Amedsporê li deplasmana Afyonsporê puanek wergirt 2022-10-01 22:08:42   ÎZMÎR – Amedsporê bi puanekê ji deplasmana Afyonsporê vegeriya.    Di Koma Spî ya Lîga 2'yan a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedsporê li deplasmanê bi Afyonsporê re lîst. Maç 1-1 bi dawî bû. Çendî Fermandarê Cendirmeyan ê Afyonê Yilmaz Kirgel beriya maçê ji bo provakasyonê bang kiribû jî, di maçê de tu rageşî rû nedan.    Kirgel beriya maçê serdana lîstikvanên Afyonsporê kiribû û gotibû: "Dilê me bi we re ye. Karê we fûtbol e. Bi rastî jî hûn vî karî baş dikin. Bi rastî pêdiviya Afyonê bi serketina we heye. Hele piştî wê çalakiya terorê ya li Mêrsînê, ez ya dilê xwe dibêjim: Ger hûn 5-0 bi ser bikevin û wan bieciqînin û wan bişînin."