‘Tifaqa Ked û Azadiyê çareserkirina pirsgirêkên lareşî ye' 2022-10-02 09:01:38   STENBOL - Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût diyar kir ku Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Milet berdewama pergala heyî ne û Tifaqa Ked û Azadiyê çareseriyê pirsgirêkên lareşî yên welêt e.    Olana deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê ya der barê çareserkirina meseleya kurdî, krîza aborî û pirsgirêkên civakî û siyasî yên welêt, didomin. Serokê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabûlût, deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê nirxand.    JI BO KARKERAN HÊVÎ YE   Karabûlût anî ziman ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo karkeran bûye cihê hêviyê. Karabûlût bilêv kir ku tiştekî ku tifaqên Cumhûr û Milet bidin kedkaran tune ye û wiha got: "Ew tenê ji bo desthilata heyî şer dikin. Tu tiştekî wan ê ji bo karker û kedkaran tune ye. Ez van tifaqan tenê wekî pevçûna serdest û sermayedaran dinirxînim. Ji bo siberojê tu tiştî nadin ber karker, kedkar, jin, ciwan û derdorên din. tofaqên Milet û Cumhûrê tenê wekî berdewama pergala heyî berpêşî ber civakê tên kirin."    Karabûlût destnîşan kir ku tifaqên Cumhûr û Milet berdewama rejîma çewisandin û kedxwariyê ne û got: "Lê Tifaqa Ked û Azadiyê îşaret bi çêkirina destûreke bingehîn a demokratîk û jiholêrakirina polîtîkayên rantê û îhaleyên berpêşî alîgiran tên kirin, dike. Û ya herî girîng jî balê dikişîne ser meseleya kurdî ku divê bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Lewma tifaqeke girîgn e. Li bara me beramberiyek wê heye."    TIFAQA TÊKOŞÎNÊ   Karabûlût bilêv kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê wekî "Rêya Sêyem" dibînin û wiha axivî: "Tifaq, derdorên tune tên hesibandin û derdorên din temsîl dike. Ev tenê ne meseleyeke hilbijartinê ye. Em vê wekî tifaqa têkoşînê dinirxînin ku dixwaze çareseriyeke demokratîk û jiyaneke mirovane deyne holê. Ez dikarim bibêjim ku bûye cihê hêviyê û lewma yeqîn dikim ku dê bi ser bikeve û wê wekî mizgîndêra jiyaneke nû dinirxînim."    Karabûlût axaftina xwe wiha domand: "Îro ro li vî welatî mirov nikarin bêhnê bistînin. Pergaleke ku yên nejixwe ji holê radike ava kirin û piraniay civakê li hemberî xizaniyê têdikoşe. Her du tifaqan jî, yanî Cumhûr û Miletê ev yek bi hev re kirin. Tifaqa Miletê ku dibêje ew li hemberî Tifaqa Cumhûrê ye, di 20 salên borî de hema bibêje piştgiriya desthilatê kir an jî kir ku desthilat xurttir bibe. Îro sedemeke bêperwatiya desthilata AKP'ê, Tifaqa Miletê ye."    ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN LAREŞÎ   Karabûlût destnîşan kir ku Tifaqa Ked ûAzadiyê ku wekî "Rêya Sêyem" derketiye holê dê bibe navenda çareserkirina pirsgirêkên lareşî yên welêt û wiha got: "Bûye cihê hêviyê û kelecanê. Ji lew re pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê li qadên têkoşînê ne, di hemû çalakî û berxwedanên me de li cem me ne û di têkoşîna me ya heqiyê de li meclîsê berdevkiya vê dikin. Lewma afirandina tifaqeke yekbûyî watedar e."    TEKANE BIJARDE RÊYA SÊYEM E   Karabûlût bal kişand ser bandorên meseleya kurdî û polîtîkayên şer û got: "Tifaqa Cumhûr û Tifaqa Miletê bi helwesteke redkariyê nêzî meseleya kurdî dibe. Helwesteka wan a ji bo çareseriya demokratîk tune ye. Û di heyama bê de, dê di warê aborî û demokratîk de tu tiştî berpêş nekin. Lewma tekane bijarde Rêya Sêyem, yanî Tifaqa Ked û Azadiyê ye."    MA / Dogan Kaynak