Li Mêrsînê 7 kes hatin girtin 2022-10-02 09:10:54   MÊRSÎN - Li Mêrsînê 7 kesên di çarçoveyên lêpirsînên cuda de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Di 26’ê îlonê de li dijî Mala Polîsan a navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê êrişa bombeyi û çekdarî pêk hatibû. Piştî vê çalakiyê gelek kes hatibûn binçavkirin. 6 kes piştî karûbarên binçavkirinê yên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger derbarê 6 kesan de biryara girtinê da û sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Mêrsînê kir. Dadgeriyê 5 kes girtin û derbarê kesekî de jî biryara deport (dersînorkirin) da.   2 KES HATIN GIRTIN    Di lêpirsînek cuda de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Mêrsînê ve tê birêvebirin, di çarçoveya lêpirsînê de di 30’ê îlonê de Abdullah Kizilkaya, Abdulhadî Bozan, Neslîhan Orûç, Devrîm Aydin, Bayram Çaglar, Selîm Ekîcî, Veysî Orunç, Arîf Adali û Ergîn Altuntaş hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên li emniyete wan sewqî edliyeyê kirin. Abdullah Kizilkaya, Abdulhadî Bozan û Veysî Orunç bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin û 6 kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Dadgeriyê Abdullah Kizilkaya û Abdulhadî Bozan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.