HPG'ê navê gerîllayên li Dola Balîsanê êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir 2022-10-02 14:49:38   NAVENDA NÛÇEYAN - HPG'ê, nasnameya gerîllayên xwe yên ku li Dola Balîsanê bi hevkariya PDK'ê êrîş li wan hatibû kirin, aşkera kir.   Di 5'ê îlonê de li Dola Balîsanê ya bajaroka Xelîfan a navçeya Soran a Hewlêrê, Tirkiyeyê bi alîkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî komeke gerîllayên HPG'ê êrişeke hewayî pêk anîbû. Di vê êrişê de 3 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 HPG'î jî birîndar ketibûn destê hêzên PDK'ê. HPG'ê di 7'ê îlonê de derbarê mijarê de daxuyaniyek dabû ji PDK'ê xwestibû ku derbarê mijarê de daxuyaniyek bide û cenazeyên gerîllayên wan ên şehîd bûne û aqûbeta her du gerîllayên wan ên birîndar aşkera bike û radestî wan bike.    Tevî ku nêzî mehekê ye di ser bûyerê re derbas dibe jî heta niha PDK'ê derbarê mijarê de tu daxuyanî nedaye û aqûbeta her du gerîllayên birîndar ên HPG'ê aşkera nekiriye.    Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, derbarê mijarê de daxuyaniyeke nû da û navê her 5 pênc gerîllayên ku êrîş li wan hatibû kirin aşkera kir.    Li gorî daxuyaniya HPG'ê gerîllayên ku êriş li wan hatiye kirin wiha ne:   Alî Firat Çagar (Armanc Zîlan)   Vedat Aksaç (Aşîkar Colemêrg)   Emîr Yûsûfî (Rêzan Botan)   Ferdîn Huseyîn (Karo Kobanê)   Arman Heyderî (Zanyar Pava)