Kaya careke din bû serokê DTSO'yê 2022-10-02 18:14:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Encamên Hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê diyar bûn. Mehmet Kaya careke din hatin hilbijartin.   Hilbijartinên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ku lîsteya kesk û lîsteya hêşîn li dijî hev ketin pêşbaziyê saet di 09.00'an de dest pê kir û saet di 17.00'an de bi dawî bû. Piştî saet 17.00'an deng hatin hilbijartin û di encama hilbijartina dengan de namzetê lîsteya kesk û serokê niha yê DTSO'yê Mehmet Kaya her 16 koman girt û careke din bû serokê DTSO'yê.    Kaya di hilbijartina DTSO'yê ya sala 2018'an de jî heman encamê girtibû û bûbû serokê DTSO'yê.