Rojiya mirinê ya Er û Dag di roja 6'emîn de ye: Gef didomin 2022-10-03 11:36:12   AMED - Komîteya Piştevaniyê ya bi Abdurahman Er û Mazlum Dag re xwest ku rêveberiya Hewlêrê, dest ji gefxwarina li ser ewlehiya canên Mazlum Dag û Abdurahman Er berde.   Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê tîrmeha 2019’an de dîplomatê wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê Osman Kose, welatiyên bi navê Nerîman Osman û Beşdar Ramazan di êrişekê de hatibûn kuştin. Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên ji bakurê Kurdistanê ji vê êrişê berpirsiyar hatin girtin û bi hêceta êrişê ji aliyê dadgehê ve bi cezayê darvekirinê hatin cezakirin. Dag û Er ku ji 2019’an ve li Girtîgeha Hewlêrê girtî ne li dijî sepanên îşkenceyê û binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kirin. Çalakiya rojiya mirinê ya Er û Dag di di roja 6’emîn de berdewam dike.    GEF DIDOMIN   Komîteya Piştgiriyê ya bi Abdurahman Er û Mazlum Dag re bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî mijarê banga piştevanî û hestiyariyê li rayagiştî kir. Di daxuyaniya ku derbarê sedema destpêkirina rojiya mirinê ya girtiyan û binpêkirinên mafan de hat dayîn de ev tişt hatin gotin; “Abdurrahman Er û Mazlum Dag di axaftina xwe ya bi telefonê ya bi malbatên xwe re diyar kirine ku di dema serjimêrî de karmendên girtîgehê heqaret li wan kirine û dema ku wan bertek nîşanî vê rewşê dane, li wan xistine û ji piştve destên wan hatine kelemçekirin û avêtine hucreyan. Li dijî van binpêkirin û nêzîkatiyên berpirsên girtîgehê ji roja 28’ê Îlonê ve Er û Dag dest bi rojiya mirinê kirine û ev şeş rojin çalakiya wan didome. Her wiha diyarkirine ji ber nêzîkatiya berpirsên girtîgehê metirsiya li ser jiyana wan berdewame.”   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du girtî berê jî ketibûn rojiya mirinê û wiha hate gotin: “Er û Dag ên ku ji beriya niha jî ji ber nêzîkatiyên xerab û nebûna ewlekariya jiyanê ketibûn rojiya mirinê, tevî ku gelek daxwazname û hevdîtin bi rêveberiya girtîgehê re kiribûn, lê rewşa wan baş nebûye.”   LI RAYA GIŞTÎ BANG HATE KIRIN   Di dawiya daxuyaniyê de jî ev bang hate kirin; “Parastina ewlehiya jiyanê û muameleya însanî ya li hemberî girtiyan mafê herî bingehîn ê mirove. Rêveberiya girtîgehê ji misogerkirina vî mafî berpirsyare. Weke Komîteya Piştevaniya bi Abdurrahman Er û Mazlum Dag re bala me li ser Dag û Er e. Em daxwaz dikin ku rayedarên girtîgehê dawî li pêkanînên xerab û binpêkirinên mafan ên li ser Er û Dagê bînin û ewlehiya wan biparêzin, em bang li raya giştî jî dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin.”