Li dehan zanîngehên Îranê çalakî tên lidarxistin 2022-10-03 16:04:41   ENQERE - Rejîma Îranê li Tehranê gule li xwendekaran barandin û li Belucistanê jî komkujî kir. Bi mebesta protestokirina komkujî û hovîtiya rejîmê, bi dehan zanîngehên Îranê dest bi grevê kirin. Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Teknîkê ya Şerîf ji hêla hêzên rejîmê ve hatin dorpêçkirin.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve hatibû qetilkirin û bi qetilkirina Amînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengtiya jinan çalakî hatibûn destpêkirin. Çalakî, di roja 17’an de berdewam in. Piştî qetilkirina Amînî, gelek zanîngehên li Îranê dest bi çalakiyan kirin. Di roja înê de li navenda Belucistanê Zahedanê di encama êrişa çekdarî ya hêzên rejîma Îranê de bi dehan welatî hatin qetilkirin û li Tehranê gule li çalakvanan hatin barandin. Li ser vê yekê, bi dehan zanîngehan biryara grevê dan. Di navbera xwendekarên gelek zanîngehan û polîsan de pevçûn derketin. Hat zanîn ku Zanîngeha Tehranê û Zanîngeha Teknîkê ya Şerîf niha di bin dorpêça polîsan de ye.    Her wiha zanîngehên Şîraz, Meşhed, Yazd, Fares, Zangan, Bahonar û Tehrana Bakur jî di nav de, li dehan zanîngehan tundiya dewletê û komkujî tên protestokirin. Di demên berê de jî li zanîngehên Îranê gelek çalakî hatibûn lidarxistin lê belê xwendekar vêcarê li dijî rêberê olî Alî Hamaney û Mihafizên Şoreşê dirûşman berz dikin û dixwazin rejîm bê guhertin.    GULE LI XWENDEKARAN BARANDIN   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, li Zanîngeha Tehranê di navbera xwendekar û polîsan de pevçûn derket. Her wiha dîmenên ku li Zanîngeha Teknîkê ya Şerîfê xwendekar li otoparkekê ji hêla hêzên ewlekariyê ve hatine dorpêçkirin, hatin parvekirin. Her wiha dîmeneke ji nava zanîngehê li ser medyaya civakî hat parvekirin. Di dîmen de dengê çekan tê, gule li xwendekaran tên barandin û xwendekar hewl didin birevin. Têkildarî kuştî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin bidestxistin lê belê tê gotin ku bi sedan xwendekar hatine girtin.    DERS HATIN SEKINANDIN   Li zanîngehên ku çalakî grev dest pê kirin, ders hatin sekinandin. Li zanîngehan daxwaza guherandina rejîmê tê kirin û herî zêde jî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Xwendekar li şûna biçûkxistinê mirinê hildibijêrin” tên berzkirin.    'ME FETHA WEZARETA ZANISTÊ XWEND’   Wezareta Zanistê ragihand ku ji bo sekinandina bûyeran çûne Zanîngeha Teknîkê ya Şerîf. Xwendekaran jî ev bersiv dan: “Me hêj ji zû de bo ruhê zanîngehan û wezareta zanistê feth xwendiye.” Xwendekaran têkildarî mijarê daxuyaniyek weşandin û wiha gotin: “Di rewşeke wiha krîtîk de banga me ji bo hemû zanîngeh, xwendekar û profesoran ew e ku ji bo piştevaniya bi hîndekar û xwendekarên Zanîngeha Şerîfê re dersên xwe betal bikin.”   ÎHR: 133 KES HATIN KUŞTIN   Komeleya Mafên Mirovan a Navenda Norveç, bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama pevçûnên li Zahedan a Belucistanê de zêdetirî 40 kes hatin qetilkirin û li seranseriya Îranê jî 133 kes hatine kuştin.