Li Geverê nêzî qereqolê têqînek çêbû 2022-10-04 09:27:41   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê duh bi şevê du teqînên dijwar çêbûn. Hate diyarkirin ku piştî teqînê gelek kes hatine binçavkirin.    Li nêzî Qereqola Polîsan a 75’încî Yilê ku li Taxa Kişla ya girêdayî navçeya Gevera Colemêrgê ye di navbera saet 22.00’an û 01.00’an de tu teqînên dijwar qewimîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, duh bi şev bi çekan êrişî wesayîta zirxî ku ji Taxa Kişla diçû Taxa Ormanê û polîsên tîmên taybet tê de bûn hate kirin. Piştî bûyerê tax û herêma ku qereqola polîsan lê bû ji aliyê bi sedan polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Hate diyarkirin ku li herêma ku hate dorpêçkirin dora saet 23.00’yan teqîneke din çêbû û gelek ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Dema ku dorpêçkirin berdewam dikir, dengê teqîneke din a dijwar hate bihîstin.    Hate hînbûn ku li herêma ku teqîn lê çêbû, polîsan bi ser gelek malan de girtine û gelek welatî binçavkirine. Li aliyê din li taxa ku teqîn çêbû, dorpêça polîsan duh bi şev ve berdewam dike.