Di doza rojnameger Demîr de dadgehê tehemûla navê Ferhat Tepe nekir! 2022-10-04 12:47:01   ENQERE - Rojnameger Hayrî Demîr di danişîna doza xwe de qala nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe kir ku di bin çavan de hatibû windakirin. Di dema axaftinê de serokê dadgehê bi gotina “nêrînên xwe parve neke” nehişt Demîr parastina xwe bike.   Bi hinceta nûçeyên têkildarî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derheqê rojnameger Hayrî Demîr de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo Demîr heta 32 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. 14’emîn danişîna doza Demîr li 15’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin.    Di danişînê de Nûnerê Şaxa Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan û Çapê (Basin-Îş) yê Enqereyê Turgut Dedeoglû, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Endama MYK’a ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, parêzara Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Ulku Şahîn, Çavdêrê Dozan ê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Batûhan Durmuş û gelek rojnameger amade bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de dozger îdia kir ku nûçeyên Demîr ên di sala 2016’an di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de hatine weşandin, pirtûka “Daketina ji Çiyê” (Dagdan Înmek), wêneyên di qerta hefizeyê de û nîşeneyên derheqê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sûc in.   Piştî mutalaaya dozger, danişîn bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hat qeydkirin. Di danişînê de bi hinceta “qedexeya weşanê” nehat hiştin ku nîşe bên girtin.    ‘AWAYEKE CUDA YÊ CEZAKIRINA ROJNAMEGERAN’    Rojnameger di parastina xwe de destnîşan kir ku dozger, nêrînên çavkaniyan ên di nûçeyan de weke nêrîna wî nirxandiye û wiha got: “Ez, mutalaaya dozger qebûl nakim. Gelo ma di dema pêvajoya çareseriyê de çêkirina belgefîlma Meşa Çareseriya Demokratîk sûc e? Pêvajoya çareseriyê hebû û ev belgefîlm di wê pêvajoyê de bi awayekî qanûnî hat çêkirin. Tiştên ku min negotine weke min gotibin li îdianameyê hatine bicihkirin û ev jî awayeke cuda yê cezakirina rojnamegeran e.”    ‘GELO HEKE MIN ALÎGIRYA DAIŞ’Ê BIKIRA DÎSA DÊ BIHATIMA DARIZANDIN?’    Bi domdarî Demîr ev tişt anî ziman: “Ez di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de çûm Sûriyeyê. Heke hewce bike dê dîsa biçim. Divê rojnamegerek çavên xwe li bûyereke wiha negire. Heke biryara dadgehê ya derheqê min de nebûya, dê biçûma Îranê jî. Ez mereq dikim, gelo heke min alîgiriya DAIŞ’ê bikira dê dîsa bihatima darizandin an na? Ev nêzî 7 sal in ez li vê derê rojnamegeriyê diparêzim. Min rojnamegerî kir û dê bikim jî. Cezayên tên dayîn, dê li rojnamegeriyê bên birîn.”    PARASTINA DEMÎR QUT KIR   Dema Demîr di parastina xwe de qala nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe dikir ku di bin çavan de hatibû windakirin, serokê dadgehê gotina Demîr birî û wiha got: “Hewl dide nêrîna xwe bi dadgehê re parve bike.” Di dema parastina Demîr de dadgehê gelek caran bi hinceta “heman tiştan dubare dike”, gotina Demîr qut dikir.    Parêzerê Demîr, Ozdogan jî bertek nîşanî qutkirina parastina miwekîlê xwe da û got ku ev yek binpêkirina hiqûqê ye. Ozdogan, diyar kir ku miwekîlê wî nûçeyên ku di îdianameyê de weke sûc tên nîşandan diparêze û qutkirina parastina miwekîlê wî, binpêkirina mafê azadiya raman û xweîfadekirinê ye.    Piştî parastinan jî şandeya dadgehê dem da Demîr û danişîna dozê taloqî 21’ê kanûnê saet 10.45’an kir.