Malbatên Girtiyan: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerab dibe 2022-10-04 13:45:01     AMED - Malbatên girtiyan ku Nobeta xwe ya Edaletê didomînin, bi daxuyaniya li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê dan, diyar kirin ku rewşa girtiyên nexweş her ku diçe giran dibe û da zanîn ku berpirsyartî li ser milên partiyên siyasî û saziyan e.   Çalakiya malbatên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan dane destpêkirin di roja 322'yan de berdewam kir. Malbatên girtiyan yên Amedê ji bo bertekên xwe nîşan bidin, ber deriyê Girtîgeha Tîpa D ya Amedê hatin gelhev. Endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   ‘BERSIVEKE ERÊNÎ DIXWAZIN’   Yêk ji malbatên girtiyên nexweş Herdem Mervanî di çalakiyê de axivî û da dûbare kirin ku girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin bila werin berdan. Mervanî di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ev 11 meh in em van pirsgirêkan tînin ser ziman lê belê heta niha jî ew bersiva ku em dixwazin me ne girtî ye. Em îro bûne du kom, komek li Enqereyê ye û em komek jî li virin ji bo heman xwestekan. Em li ser pêyanin û xwestekên xwe dûbare dikin. Heta niha partiyên siyasî, sazî û Wezîrê Dadê tû piştgirî ne daye me. Em niha di heftiyeke pir girîng de ne. Em dixwazin ku vê demê û vê heftiyê çi dikeve ser milê kê, kî dikare çi bike, bi taybetî jî partiyên siyasî bila êdî bersivê bidin me.    BAR LI SER MILÊN PARTIYÊN SIYASÎ YE   Rewşa girtiyan bi rastî jî ne başe. Me gelek anî ser ziman lê belê ez bawer im me xwe baş neda femkirin. Êdî em nikarin tenê bi gotinan rewşa girtiyan bînin ser ziman. Ji ber wê yekê êdî bar li ser milê Enqereyê ye, li ser partiyên siyasî ye û li ser Wezîrê Dadê ye. Bila zûtir xwedî xwestekên me derbikevin û bersivek erênî bidin me. Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xerabtir dibe û êdî nikare werin tedavî kirin û tû feydeya berdanê jî namîne. Partiyên siyasî, êdî bar li ser milên we ye. Ne bi gotinên vala, ne bi rojevên vala û ne bi bertekên vala ku hûn rojeva xwe tije bikin xwestekên me paş ve bihêlin. Wezirê Dadê û partiyên siyasî em wek malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin em bang li we dikin û pêwîste hûn jî li ber kêleka me bin. Kesê ku hetanî niha piştgirî ya me kirî mala wan ava be û spasiya wan dikim.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e” , “Bijî berxwedana zîndanan” û “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.