Temel, Saymaz derewand: Tu HDP’î û rayedar nasnameya xwe venaşêrin 2022-10-04 14:11:40   ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel nivîseke Îsmaîl Saymaz a ku spartibû gotinên HDP’iyekê derewand.     Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Propaganda, Weşan û Çapemeniyê Berpirsyar Tayîp Temel nivîseke Îsmaîl Saymaz a ku di malpera halktv.com.tr de hatibû weşandin derewand.    Temel nûçeya Îsmaîl Saymaz girt û li ser hesaba xwe ya Twitterê ev peyam parve kir: “Li HDP’ê her kes, taybetî jî kesên rayedar bi nasnameya xwe ya vekirî re diaxivin, nasnameya xwe venaşêrin. Yên ku navên xwe vedişêrin ne HDP’î ye, bi tu awayî rayedar jî nine...”   Saymaz nûçeya xwe spartibû axaftina rayedarekî HDP’î û wiha gotibû: “Demîrtaş bi vî awayî helwesta xwe bidomîne dê ji partiyê bê dûrxistin. Dema ji girtîgehê derket wî naxin panelekê jî. Nikare li tu cihekê biaxive. Derûniya îro wisa ye.”