Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bibîranîn 2022-10-04 14:22:37   ŞIRNEX - Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdûllah Gungen ê di bîranîna ji bo Haci Lokman Bîrlîk hate kirin de axivî wiha got: “Yekane rêya derketina li dijî komkujiyan heye, ew jî berxwedan e.”   Haci Lokman Bîrlîk (24), ku di 3’yê cotmeha 2015’an de li Taxa Dîcleya Şirnexê bi birîndarî hat binçavkirin û qetilkirin, pişt re cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hat hat kaşkirin, di salvegera mirina xwe de li Goristana Şehîtlîk a li Taxa Cûmhûriyetê li ser gora xwe hat bibîranîn. Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Meclisa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.    ‘EM Ê DI RÊYA WAN DE BIMEŞIN’   Piştî kirina duayan Hevserokê HDP’a Şirnexê Abdûllah Gungen axivî û wiha got: “Çawa ku berê li dijî gelê kurd komkujî pêk dihatin, îro jî ew hişmendiya komkujiyê berdewam dike. Weke hemû gelên cîhanê mafên gelê kurd ê azadiyê jî heye. Gelê kurd ji bo vê bi salan e têdikoşe. Bi hezaran kurdan di vê oxirê de canên xwe dan. Vê hişmendiya qirêj û faşîst zextên xwe yên li dijî gelê kurd didomîne. Li dijî vê hişmendiya qirêj çawa ku bi hezaran kesan canên xwe dan em jî dê têkoşîna wan bidomînin û li ser şopa wan bin.”   Gungen di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Yekane rêya derketina li dijî van komkujiyan heye ew jî berxwedan e. Divê kurd yekitiya xwe ava bikin û li ber xwe bidin. Ji bo ku em bêjin em gelekî bi rûmet in û bêjin weke gelekî mafên me jî hene divê em li ber xwe bidin. Ji bo ku em mafê xwe bigirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Çavê me li axa kesê nîne. Em mafê kesê jî naxwazin. Em zordariyê li kesê nakin. Em tenê azadiya xwe dixwazin.”   ‘GELÊ KURD XWEDÎ LI NIRXÊN XWE DERDIKEVE’   Kekê Haci Lokman Bîrlîk Mehmet Bîrlîk jî wiha got: “Şehîd şehîdê Kurdistanê ye. Ji bo ku gelê kurd bitirsînin beriya 7 salan laşê şehîd Siyabend di kolanên Şirnexê de gerandin. Lê çiqas zordariya xwe zêde bikin, çiqas komkujiyan bikin, bigirin û bikujin jî dîsa gelê kurd xwedî li nirxên xwe derdikeve. Kes nikare ji vê yekê re bibe asteng. Rêgezên ku nirxên vê tevgerê avakirine, li cîhanê bûye mînaka jiyanê. Ji ber vê yekê rêya şehîdên me wê serbikeve.”   Piştî axaftinan kesên tev li bernameya bîranînê bûn qûrnefîl danîn ser gora Haci Lokman Bîrlîk û dû re serdana malbata Bîrlîk kirin.