Mexmûrî bi meşeke girseyî qetilkirina Akarselê şermezar kirin 2022-10-04 20:02:29   NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), li dijî qetilkirina çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarselê, meşeke girseyî li dar xistin.   Çalakvana jin û akademîsyen Nagîhan Akarsel ku di heman demê de Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû, îro ber destê nîvro li ber mala xwe ya li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe rastî êrîşeka çekdarî hat. Akarsel di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da.    Ji bo şermezarkirina qetiltikirina Akarselê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) meşeke girseyî li dar xistin û qetilkirina Akarselêbi tundî şermezar kirin. Meş li ber Saziya Malbatên Şehîdan hat destpêkirin û heta ber derê Neteweyên Yekbûyî (NY) berdewam kir. Di meşê de diruşmeyên "Jin Jiyan Azadî", "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Jinan" hatin berzkirin.   Li ber avahiya NY’yê ji bo Akarselê deqeyek rêz hat girtin û piştre daxuyanî hat dayîn. Endama Kordinasyona Meclîsa Îştarê Fadîle Tokê metna daxuyaniyê xwend.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em di serî de tevahî şehîdên Kurdistanê bibîr tînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Bi dehan hevalên me li Silêmaniyê bi destê sîxûr û xwînmijan hatine şehîdkirin. Îro jî hevrêya me Nagîhan bi rêbazeke qirêj hat qetilkirin. Em gelê Mexmûrê qetilkirina Şehîd Nagîhanê bi tundî şermezar dikin.   Ev rûreşiya rêveberiya Başûr dide diyarkirin. Çawa dibe ku em li bajarên xwe tên qetilkirin. Rêveberiya Başûr hevkarê wan kûjer û sîxûran e. Em bang dikin, dest ji vê xiyanet û sîxûrtiya xwe berdin. Hevrê Nagîhan xizmetkara gelê xwe bû. Tevahiya jiyana xwe ji bo gelê kurd bexşand. Em bi hevrê Nagîhanê serbilind in. Nagîhan, temsîla jina azad bû. Her wiha hevrêya me tevahî jinan bû.   Wê xwînmij û xiyanetkar hesab bidin. Divê demildest kûjer bên cezakirin. Li her derê cîhanê jin li ser piyan in û wê li ijî van bûyeran li qadan bin. Em gelê Mexmûrê tevahiya xiyanetkar û xwînmijan bi tundî şermezar dikin û em jin soz didin ku em ê tola şehîdên xwe hilînin. Wê berxwedana li Îmraliyê bibe rêya me û em ê bi berxwedana Îmraliyê xwedî li xeyalên Şehîd Nagîhanê derkevin.”   Daxuyanî bi berzkirina diruşmeyên "Jin Jiyan Azad", "Bimre Xiyanet", "Şehîd Namirin" û "Bijî Berxwedana Jinan" bi dawî bû.