Dadgeh: Sûcek tune, lê xetere ne! 2022-10-05 09:06:41   STENBOL - Dadgehê sedema cezayê li rojnamevan Sadiye Eser û Sadik Topaloglû hatiye birîn eşkere kir. Dadgehê di biryara xwe de gotiye "Liv û tevgereke bibe cihê sûc tune ye, lê ji bo dewlet û civakê xetere ne."    Rojnamevan Sadiye Eser û Sadik Topaloglû di 29'ê Mijdara 2019'an de li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Eser û Topaloglû piştî 4 rojên di binçavan de di 3'yê Kanûnê de sewqî Edliyeya Stenbolê hatibûn kirin û hatibûn girtin. Îdianameya der barê Eser û Topaloglû de piştî çend mehan hatibû amadekirin. Di îdianameyê de wêneyên Eserê û Topaloglû û nûçeyên wan sûc hatine hesibandin û her wiha bi îfadeyên Dîlek Akyol û Ozgur Baran ên li ser bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sûc hatibûn hesibandin.    Îdianame di 26'ê Adarê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Stenbolê ve hatibû qebûlkirin. Di danişîna ewil de Eser û Topaloglû hatibûn berdan.    Di danişînan de Dîlek Akyol a ku lê hatibû guhdarîkirin, anîbû ziman ku li midûriyeta polîsan wêneyên Topaloglû danîne ber wê, lê wê gotiye ew wî nas nake. Ozgur Baranê ku berê îfade li ser Eser û Topaloglû dabûn, çendî teblîxat jê re hatiye şandin jî tev li danişînekê jî nebûye. Lê dîsa jî ji dêvla îfadeyên Akyolê ku gotibû Eser û Topaloglû nas nake, îfadeya Baran a di dema lêpirsînê de esas hatiye girtin. Dadgehê di danişîna 8'ê Îlona 2022'yan de li Topaloglû û  Eserê 6 sal û 3 meh ceza birî.    Dadgehê îdiayên Akyolê û Baran wekî "delîl" esas girtine. Çendî Akyolê di dema lêpirsînê de gotiye ew Topaloglû nas nake jî, lê tenê ji ber ku gotiye birayekî wî li çiyê ye, dadgehê ev yek berovajî kiriye. Her wiha çendî ku Akyolê di danişînê de gotiye ew Topaloglû nas nake jî, dadgehê ev yek wekî "dixwaze bersûc bi xelasiyê bixe" esas girtiye û beyanên Akyolê yên di dema danişînê de wekî beyanên "bêîtibar" hesibandiye.    Ji xeynî vê wêneyê belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê Mehmet Demîr ê di telefona Topaloglû de jî wekî "têkiliya bi endamên rêxistinê re" hatiye hesibandin.    Dadgehê ji bo cezayê li Topaloglû û Eserê hatiye birîn jî gotiye "Liv û tevgereke wan a bibe cihê sûc nehatiye tespîtkirin, lê ji bo dewlet û civakê xetere ne."    MA / Mehmet Aslan