Li dijî avahiya HDP’ê ya Kanîreşê êrişa çekdarî 2022-10-05 10:38:05   ÇEWLIK - Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Kanîreşê bi çekan êriş hat kirin.    Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kanîreş a Çewlikê êrişeke çekdarî hat kirin. Êriş, şevê din saet derdora 02.00’an de pêk hat û di êrişê de du gule li avahiya partiyê hatin reşandin. Hat zanîn ku di encama êrişê de her du gule jî li hundirê avahiya partiyê ketine.    Li ser vê yekê HDP’î di danê sibehê de hatin ber avahiya partiyê û hêj li wir disekinin. Hat zanîn ku êrişkar Tanju Bîngol hatiye binçavkirin.    2 GULE LI AVAHIYA PARTIYÊ KETIN   Têkildarî mijarê Hevesrokê HDP’a Kanîreşê Yilmaz Bulbul bi ajansa me re axivî û ev agahî dan: “Di nîvşevê de li dijî avahiya partiya me êrişeke çekdarî hat kirin û 2 gule li hundir ketin. Em vê êrişê şermezar dikin. Em ê têkildarî êrişê gilî bikin.”