Dê Komploya 9’ê Cotmehê li Bazîdê bi meşê bê protestokirin 2022-10-05 10:57:36   AGIRÎ - Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê li Bazîdê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşeke protestoyî bê lidarxistin. Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar banga tevlibûna meşê kir.   Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê dê di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Bazîd a Agiriyê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşeke girseyî li dar bixin.   ‘TECRÎD SÛCEKÎ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’    Têkildarî mijarê Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar axivî û wiha got: “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîdê gelek tişt bi gelên Tirkiyeyê dan windakirin. Tecrîd, di tu hiqûqan de nîne û sûc e. Tecrîd, bi awayekî derhiqûqî tê kirin. Em ê li dijî tecrîd, binpêkirinên li girtîgehan û mirinên li girtîgehan bi dengekî bilind berteka xwe nîşan bidin.”    Akar, diyar kir ku meş dê di 9’ê cotmehê roja yekşemê saet di 13.00’an de bi tevlibûna Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Parlamenterên HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û Abdullah Koç bê lidarxistin û wiha bang li gel kir: “Em ê li dijî komplo, tecrîd, pergala îşkenceyê ya li girtîgehan û girtiyên nexweş bimeşin û banga me li her kesî ew e ku tev li meşê bibin.”