Malbata Şenyaşar: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc 2022-10-05 11:13:18   RIHA - Malbata Şenyaşar ku têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne ev peyam parve kir: “Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc. Dayik tê darizandin.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2018’an de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 576’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hate ber deriyê Edliyeya Rihayê û li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir. Şenyaşar bi bloken beton ên ber deriyê edliyeyê ve pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar, ji bo herkesê edalet” daliqand.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi wêneyê Emîne Şenyaşar a bi hinceta “heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye duh derket pêşberî dadger ê di dema tê darizandin de hatiye kişandin re ev peyam parve kir: “Daxwaza ewil:Ji bo kurê xwe yê 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin darizandineke adilane dixwazim. Daxwaza duyemîn: Ez qeydên kameraya komkujiya li nexweşxaneyê dixwazim. Encam: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc. Dayik tê darizandin.”