Cenazeyê endamê HPG’ê Arslan hat veşartin 2022-10-05 12:49:18   ŞIRNEX - Cenazeyê endamê HPG’ê Yilmaz Arslan ku ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin, li Rihayê hate veşartin.    Li herêma Besta ya Şirnexê endamê HPG’ê Yilmaz Arslan di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata Arslan, cenazeyê kurê xwe teşhîs kir û ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt. Malbata Arslan cenazeyê kurê xwe ji bo ku veşêrin birin Rihayê. Cenazeyê Arslan bi tev li bûna gelek kesan li Goristana Rihayê hat definkirin.