Daxwaza ji bo dadger û dozgerên ‘bi awayekî nehiqûqî’ delîl kom kirin nehat qebûlkirin 2022-10-05 13:17:09   STENBOL - Di doza parêzerên OHD’î de parêzeran xwest ku dosyayên derheqê dadger û dozgerên ji ber “bi awayekî derhiqûqî delîl kom kirine” tên darizandin li dosyayê bên zêdekirin. Lê belê dadgehê ev daxwaz red kir.    31’emîn danişîna doza endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAYDER), li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Di danişînê de ji parêzerên tên darizandin Raziya Ozturk û Ramazan Demîr û parêzerên wan amade bûn.    Di danişînê de dadgehê diyar kir ku îfadeyên Hakan Îlhan û Kader Bakir ên derheqê endamên OHD’ê Ayşe Acînîklî û Huseyîn Bogatekîn de li dosyayê hatine zêdekirin.    Parêzer Serhat Çakmak di danişînê de mafê axaftinê girt û wiha got: “Divê qîmet bi îfadeyên Îlhan ên derheqê miwekîlê min Bogatekîn de neyê dayîn. Derheqê dadgerên ku di dema lêpirsînê de cih girtin de lêpirsîn û teqîbat hatiye kirin. Derheqê gelek ji van dadgeran de biryar hatiye dayîn. Ez dixwazim ku doz û biryarên derheqê van dadgeran de li dosyayê bên zêdekirin. Heke delîlek ji hêla kesekî ve hatibe qebûlkirin, divê ev delîl jêbawer be û ji hêla kesekê jêbawer ve hatibe qebûlkirin. Me dixwest li Seyfettîn Akin ku derheqê miwekîlê min Sînan Zîncîr de bê guhdarkirin. Lê nehat guhdarîkirin. Ez vê daxwaza careke din dubare dikim.”    DELÎLÊN DERHIQÛQÎ   Piştre jî parêzer Nagehan Avçîl axivî û got ku hempîşeyên wê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên darizandin. Avçîl, wiha domand: “Gelo heke van parêzeran karê xwe nekirana dê bihatina darizandin? Li ser destûra wezareta dadê hevdîtin kirine. Derheqê gelemperiya dozger û dadgerên lêpirsîn dabûn destpêkirin de doz hatine vekirin. Her wiha ji ber ku bi awayekî derhiqûqî delîl kom kirine, derheqê wan de doz hatiye vekirin. Her wiha em dixwaza bangnameya dosyayê ya 16’emîn Daîreya Dadgeha Bilind a derheqê rewşê de dixwazin. Têkildarî delîlên derhiqûqî de biryareke berfireh heye. Hevdîtinên miwekîlên me yên bi miwekîlên xwe re bi awayekî derhiqûqî hatine guhdarîkirin.”    NEKIRINA HEVDÎTINÊ JÎ SÛC E!    Parêzer Mahmût Taşçi jî anî ziman ku têkildarî xisûsên dema karên pîşeyî de derheqê parêzeran de lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev lêpirsîn veguherîn dozan. Endamên TUHAYDER’ê jî ji ber xebatên komeleyê û daxuyaniyan tên darizandin. Îdiayên bêbingeh di îdianameyê de hene. Neaxaftina miwekîlan a bi hev re weke ‘veşartina nepeniyê’ hatiye nirxandin. Anku neaxaftina wan ali ser telefonê weke sûc hatiye nîşandan.”    DAXWAZÊN JI BO DADGER Û DOZGERAN HATIN REDKIRIN    Dozger, xwest ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin. Dadgehê jî biryara xwe ya navberê da û xwest ku biryara girtinê ya 7 kesan bê sekinandin. Ji bo daxwaza guhdarîkirina Seyfettîn Akin jî dadgehê biryar da ku biryara guhdarîkirinê jê re bê şandin û bi zorê bînin dadgehê.    Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo guhdarîkirina Hakan Îlhan û Kader Bakir muzekkere bê nivîsandin. Ji bo daxwaza “bila dosyayên derheqê dadger û dozgerên de ku bi awayekê derhiqûqî delîl kom kirin li dosyayê bên zêdekirin” jî red kir.    Danişîna dozê taloqî 18’ê çileya 2023’yan hat kirin.