Li Wanê Komploya 9’ê Cotmehê wê bi girseyî were şermezarkirin 2022-10-05 14:36:22   WAN - Rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li Wanê ji bo meşa girseyî ya dê komploya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê were şermezar kirin, bang kirin.    Ji bo salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de xistin dewrê wê li Wanê meşeke girseyî bê amadekirin. Têkildarî meşa ku dê bi dirûşmeya “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” di 9’ê Cotmehê de bê lidarxistin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr daxuyanî hate dayîn. Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Piştgirî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Komeleya Lêkolîna Ziman, Çand û Hunerê ya Wanê (ARSÎSA), Komeleya Lêkolîna Koçberiyê ya Serhatê (Goç-Der) û xebatkarên Çanda Aryen beşdarî daxuyaniyê bûn.   ‘KOMPLO ÊRIŞA LI SER JIYANA AZAD E’   Yek ji rêveberên DBP’ê Hamdûllah Kûmlî yê di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku Ocalan ji ber paradigmaya xwe hedef tê girtin û wiha got: “Eşkere ye ku ev komplo êrîşa li dijî jiyana azad e, li dijî jin, ciwan, bawerî, etnîsîteyên azadkirî ye, bi kurtasî li dijî hemû beşên civakî yên li dijî sîstema jiyanê ya koledar a kapîtalîzmê serî hildidin e.”   Kumlî, da zanîn ku weke berdewama komployê tecrîd xistin dewrê û wiha berdewam kir: “Di vê komployê de dewleta tirk di pozîsyoneke hîn objektîf de ye û berpirsyarên sereke û subjektîf hêzên hegemonîk ên navneteweyî ne. Komplo û polîtîkaya wê ya heyî, tecrîda mutleq, êrîşa li dijî hêzên şaristaniya demokratîk a li dijî mêtîngeriya sîstema kapîtalîst e. Tecrîda mutleq şerekî ku li dijî hiş û wijdanên azadîxwaz hatiye pêşxistin e ku şiyar dibe, radibe ser piyan, îtiraz dike, hişyar dibe û ronî dibe. Dema ku hemû beşên civakî yên dixwazin jiyana azad bijîn komploya 9’ê Cotmehê di vê bingehê de binirxînin, wê bibînin ku êriş ne tenê li dijî daxwazên azadiyê yên gelê kurd e, di heman demê de li dijî daxwazên azadiyê yên hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Kûmlî komplo şermezar kir û ji bo meşa ku dê di 9’ê cotmehê saet di 13.00’an de ji Kolana Hunerê ber bi avahiya DBP’ê were kirin, banga tev li bûnê kir.