Êrişa li dijî avahiyê HDP’a Kanîreşê hate şermezarkirin 2022-10-05 15:01:30   ÇEWLIG - Rêxistina HDP’a Çewlîgê bi daxuyaniyekê êrişa çekdarî ya li dijî avahiya HDP’a Kanîreşê hatibû kirin, şermezar kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê bi tevlibûna rêxistinên navçeyan derbarê êrişa çekdarî ya li dijî avahiya HDP'a Kanîreşê ya ji aliyê Tanjû Bîngol ve hatibû kirin de daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya navçeya Kanîreşê hat kirin û li gel rêveberiyên bajêr û navçeyan gelek welatî jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê navçeyê Yilmaz Bulbul axivî û anî ziman ku li gel ku Tirkiye ket pêvajoya hilbijartinê, hewl didin ku li dijî partiya wan provakasyonên mezin pêk bînin.    Bulbul destnîşan kir ku duh saet di 00.40’an de partiya wan rastî êrişa çekdarî hatiye û got: “Ev êriş li dijî demokrasî, mafên mirovan û biratiya gelan hatiye kirin. Ev êriş dê partiya me ji helwesta siyaseta zelal nikare dûr bixe. Em vê êrişa nemerd û provakasyonan lenet û şermezar dikin. Em tevahiya gelê xwe yê Kanîreşê vedixwînin ku li dor siyaseta demokratîk bibin yek.”    Daxuyanî bi diruşmên “Zext dê nikarin me biçewisînin” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî bû.