Nobeta Edaletê: Ji bo jiyaneke azad em bibin dengê girtiyan 2022-10-05 17:05:36   ÎZMÎR - Hevseroka HDP’a Çeşmeyê Menekşe ku di Nobeta Edaletê ya li ber Girtîgeha Kiriklarê de axivî, wiha got: “Ji zilmê re bêdeng neminin. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk em bibin dengê girtiyan.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatin şewitandin bên berdan li Îzmîrê dabûn destpêkirin di roja 121’emîn de li ber Girtîgeha Kiriklarê berdewam kir. Malbatên girtiyan pêşmalkên ku li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” , “Heq hiqûq edalet” li ser dinivîsî li xwe kirin û her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Heq hiqûq edalet” berzkirin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Çeşme û Ûrlayê piştgiriya malbatan kirin.    Hevseroka HDP’a Çeşmeyê Menekşe Ecer ku di daxuyaniyê de axivî, bal kişand ser polîtîkayên di girtîgehan de û bi lêv kir ku bi van polîtîkayan hewl didin girtiyan di bin zextê de bihêlin. Ecer, diyar kir ku girtiyên nexweşên giran ên weke Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk nayên berdan û wiha got: “Girtiyên nexweş ên berdana wan ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve tên astengkirin yek bi yek jiyana xwe ji dest didin. Ji bo van girtiyan ATK dikare raporên dikarin di girtîgehê de bimînin bide. Sedemê van mirinan daraza ku biryarên siyasî dide, rêveberiyên girtîgehan, ATK ku li dijî hiqûqê tevdigere û Wezareta Dadê ne.”   Ecer, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan banga hestiyariyê li herkesê kir û wiha got: “Em li dijî zilmê bêdeng neminin. Ji bo jiyaneke azad û demokratîk em bibin dengê girtiyan.”   ‘BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE’   Yek ji malbata girtiyan Fatma Surme a pişt re axivÎ jî bi lêv kir ku ji bo aştî û edalet pêk were di nobetê de ne û wiha got: “Bila tecrîd bi dawî bibe. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Her ku li welat şer kûr dibe zextên li girtîgehan jî zêde dibin. Bila şer bi dawî bibe û aştî were.”