Piştî 30 salên li girtîgehê li bajarê xwe bi girseyî hat pêşwazîkirin 2022-10-05 23:16:52   AMED - Emîn Yildiz ku piştî 30 salan ji girtîgehê derket li Balafirgeha Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.    Emîn Yildiz ku di sala 1992'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" li navçeya Bismil a Amedê hatibû girtin, piştî 30 salan duh êvarî ji Girtîgeha Şakran a Îzmîrê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê derketibû.    Yildiz ku di 20 saliya xwe de hatibû girtin, îro bi balafirê ji Îzmîrê ber bi Amedê ve bi rê ket. Yildiz li Balafirgeha Amedê ji aliyê ferdên malbata xwe, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Rêxistina HDP'ê ya navçeya Bismilê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) hat pêşwazîkirin.    Gava Yildiz ji deriyê balafirgehê derket girseyê bi çepikan û tilîliyan ew pêşwazî kir. lîlan girtin û ew hembez kirin. Piştî xêrhatinê Yildiz, tevî malbata xwe ji Balafirgeha Amedê ber bi Bismilê ve bi rê ket.