AYM: Protestokirina Komkujiya 10'ê Cotmehê azadiya fikr û ramanê ye 2022-10-06 09:02:42   RIHA - Li Rihayê bi hinceta tevlî meşa protestokirina Komkujiya Gara Enqereyê bûbûn li 5 kesan cezayê hepsê, cezayê pereyî û cezayê kontrola edlî hatibû birîn. Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku cezayên hatine birîn azadiya fikr û ramanê bin pê kirine.    Piştî Komkujiya Gara Enqereyê ya di 10'ê Cotmeha 2015'an de bi destê DAIŞ'ê hatibû kirin, bi rojekê bi bangawaziya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê meşek hatibû lidarxistin. Bi hezaran kesên tevlî meşê bûbûn komkujiyê şermezar kiribûn. Midûriyeta Polîsan a Rihayê jî di 10-19'ê Kanûnê de ji ber vê meşê ji bo îfadeyê gazî 19 kesan kiribû. Her 19 kes piştî îfadeyê hatibûn berdan, lê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê di 29'ê Tebaxa 2018'an de derbarê van kesan de îdianame amade kiribû. Dozgeriyê di îdianameya xwe de îdia kiribû ku meşa hatiye lidarxistin" derqanûnî" ye.   Îdianameya hatibû amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya 8'an a Rihaê ve hatibû qebûlkirin. Di danişînan de dozgeriyê xwestibû li gor xala 53'yan a Qanûna Ceza ya Tirk ceza li 19 kesan bê birîn. Di danişîna 8'an a dozê de dadgehê biryar dabû ku meşa hatiye lidarxistin ne meşeke "aştiyane" ye û li Leyla Coşkûn, Mehmet Dûvar, Ridvan Yavûz û Rukan Kilinçê 3 hezar TL cezayê pereyî û li Alî Azger, Atîlla Yazar, Besra Yildirim, Celal Babacab, Dîlek Çakirtaş, Îbrahîm Halîl Saglam, Mehmet Dûvra, Mehmet Melîk, Nalan Dûrdû, Reşat Dogan, Servet Yazar, Sevînç Îzol Ozîpek û Vedat Gokler jî heya 5 salan cezayê kontrola edlî bê birîn. Her wiha dadgehê li Leyla Sezen û Yûsûf Geçgel jî 5 meh cezayê hepsê birîbû û ceza taloq kiribû.   Piştî vê parêzerên Leyla Sezn û Yûsûf Geçgel serî li îstinafê dabûn. Her wiha parêzeran ji bo 5 kesan jî bi hinceta "mafê lidarxistina civîn û xwepêşandanan hatiye binpêkirin" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn.    Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo vê serlêdanê îşaret bi 56 serlêdanên cuda û biryarên dadgeha Bilind kiriye û biryar daye ku cezayên hatine birîn azadiya fikr û ramanê bin pê kirine.     Dadgeha Destûra Bingehîn piştî biryarê dosye ji dadgeha herêmî re şandiye ku biryara hatiye dayîn pêk bîne.   MA / Emrûllah Acar