Hatîp Dîcle: Divê YNK xwedî seknekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire 2022-10-06 10:30:04   ENQERE - Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel a hatiye qetilkirin li Girtîgeha Ulucanlarê nas dikir got: “Rêheval Nagihan keseka xwedî îrade û gihaştî bû. Gelek kes li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin. Divê YNK xwedî helwestekî zelal be û rê li ber cînayetan bigire.”    Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê di encama êrişeke sûîqestê de hat qetilkirin. Akarsel, bi xebatên xwe ve mîraseke mezin ji bo têkoşîna jinan hişt. Akarsel ku projeya Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dimeşand, bandoreke mezin li her cihê lê dixebitiya kir. Li gel xebatên akademî, jin û çapemeniyê, Akarsel di heman demê de li girtîgehê jî xebatên girîng kirin. Dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ku niha li seranserî cîhanê tê bezkirin, niha jî ji bo Akarsel tê berzkirin. Siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku Akarsel li Girtîgeha Ulucanlarê nas dikir, Akarsel ji bo ajansa me vegot.    Hatîp Dîcle, anî ziman ku di sala 1994’an di dema darbeya li dijî siyaseta kurd de ketibû Girtîgeha Ulucanlarê û wiha got: “Min wê demê rêheval Nagihan nas kir. Li girtîgehê parlamenter ji girtiyên din cuda digirtin. Qawîşa me û ya Leyla Zana cem hev bû. Gelek caran hevalên cuda dianîn cem heval Leyla. Heval Nagihan jî wê demê yek ji girtiyan bû û li wê qawîşê hatibû bicihkirin. Lê belê zêde derfeta me çênebû ku têkiliyê daynin. Lê di dema sihbetên serbest û xebatên perwerdeyê de me firsend didît ku hev bibînin.”    ‘JI HÊLA MÎT’Ê VE TÊN ORGANÎZEKIRIN’    Bi domdarî Dîcle ji bo Akarsel got; “rêhevaleke xwedî îrade û gihiştî bû” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi sûîqesteke nemerdane hedef hat girtin. Rê li ber êş û hêrseke mezin vekir. Cînayeta heval Nagihan, têkiliya xwe bi Tirkiyeyê heye. Tevî sûîqesta li dijî heval Nagihanê, li Silêmaniyeyê 5 sûîqest hatin kirin. Ji hêla MÎT’ê ve tên organîzekirin. Îxtîmaleke mezine ku kujer bi pereyan tên xapandin. Dikin xulamên xwe û tetîkkêşiyê pê didin kirin. Ez vê zîhniyetê lanet dikim. Di salên 90’î de jî li Tirkiyeyê cînayetên kiryarnediyar dihatin kirin. Mîna berê, di van cînayetan de jî îtîrafkar û cerdevan dihatin bikaranîn.”    ‘DIVÊ YNK HELWESTA MAM CELAL RABER BIKE’   Di berdewamê de Dîcle das zanîn ku Tirkiye ji YNK’ê aciz e û sedema wê jî wiha vegot: “Tirkiye dixwaze YNK jî mîna PDK’ê li gorî daxwazên wê tevbigere. Dixwaze ji wan mirovên wisa amade bike ku bi hêsanî li gel wan hevkariyê bikin û heke hewce bike li dijî gerîla şer bikin. Lê ji ber ku YNK li gorî daxwazên wan tevnegeriya, dixwazin zextê lê bikin. Hewceye YNK di vê mijarê de xwedî seknekî xurt be. Divê xwedî sekna Mam Celal bin.”   ‘DIVÊ XWEDÎ SEKNEKÎ ZELAL BIN’   Siyasetmedar Hatîp Dîcle bi lêv kir ku li herêmên di bin kontrola YNK’ê de ne tenê kesên ji bakurê Kurdistanê lê kesên başûrî yên nêzî tevgera azadiyê jî rastî sûîqestan tên û axaftina xwe qedand: “Weke mînak, gelek kesên wekî mamoste Şemal (Suheyl Xurşîd) hatin qetilkirin. Lewma heke YNK xwedî seknekî zelal nebe, dê ev sûîqest berdewam bikin. Gelê me yê li wê derê baş di ferqa vê de ye. Lewma weke hişyariyeke dawî gotin; ‘heke hûn nekarin me biparêzin, wê demê em bi xwe dê xwe biparêzin.’ Çawa ku nekarin bikevin herêmên PDK’ê, divê nekarin bikevin herêmên YNK’ê jî. Divê li dijî dewleta tirk xwedî seknekî zelal bin. Divê encamên lêpirsînê jî bi raya giştî re parve bikin.”    MA / Firat Can Arslan