Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan nexşerêyê diyar dike 2022-10-06 11:30:02   ENQERE – Hevberdevka Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan Derya Aydin da zanîn ku ji bo birêxistinkirina têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan dê di 8-9’ê cotmehê de konferansa xwe li dar bixin û wiha got: “Em ê hewl bidin rêbaza herî rast diyar bikin.”    Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan di sala 2020’an de hat avakirin û di nava du salan de 8 panel li dar xistin. Înîsiyatîfê, di 10’ê nîsana sala 2021’an de bi sernavê “Li Tirkiyeyê tundiya li dijî miriyan” dest bi panelan kir û bi panelên “Êrişên baweriyên cuda yên li dijî cenaze û goristanan”, “Hiqûqnas rêzgirtina bo miriyan û edaletê”, “Di çapemeniyê de cihê tundiya li dijî miriyan”, “Di çarçoveya Saziya Tipa Edlî de rêzgirtina bo miriyan û edalet”, “Panela Şîngirtin, Hafize û Polîtîkayê”, “Axaftina li ser Zayenda Civakî ya Tundiya ser Bedenên Mirî” û “Tecrûbe û Şahid: Malbat Tundiya li Dijî Miriyan Vedibêjin” bi dawî bûn.    Înîsiyatîfê, di encama nîqaşan de dê di 8-9’ê cotmehê de li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê li dar bixe. Dê di encama nîqaşan de deklarasyonek bê amadekirin û diyar bike bê ka înîsiyatîf nexşerêyeke çawa deyne pêşiya xwe.    MIJARÊN KONFERANSÊ   Konferans dê du rojan bidome bi ser navên “Li Tirkiyeyê tundiya piralî ya li dijî miriyan”, “Etîk, hiqûq û (nekro)polîtîka”, “Şînên nehatine girtin û tecrûbeya têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan”, “Di cîhanê de têkoşîna li dijî tundiya ser miriyan: Tecrûbeyên navneteweyî” û “Înîsiyatîfa Rêzgirtina bo Miriyan û Edaletê: Divê çi were kirin û çawa bê kirin?”  nîqaş bên kirin.    Hevberdevka Înîsiyatîfa Edalet û Rêzgirtina li Miriyan Derya Aydin têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    Derya Aydin, da zanîn ku înîsiyatîfa wan bi beşdariya sazî û kesayetên cuda yên li dijî tundiya ser miriyan bi awayekî piralî dixebitin hatiye avakirin û wiha got: “Tundiya li ser miriyan û têkoşîna li dijî wê ji zê ve heye. Li Tirkiyeyê jî ev demekî dirêje ev têkoşîn tê kirin lê tundiya ser miriyan di qada cemaweriyê de zêde nayê axaftin. Ji salên 90’î ve li dijî kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest didan, tundî dihat kirin. Nahêlin malbat şîna xwe bigirin, cenazeyan di morgan de dihêlin, encamên DNA’yê dernakevin û li goristanên bêkesan tên veşartin. Em bûn şahid ku cenaze li erdê tên kaşkirin. Cenazeyên jinan bi tazî hatin teşhîrkirin. Anku tundiyeke piralî heye. Di salên 90’î de malbatan cenazeyên zarokên xwe li serê çiyayan, li rex rûbaran digirtin û defin dikirin. Ji sala 2015’an ve cenaze û goristan dîsa bûn hedefa êrişan. Goristan hatin bombebarankirin. Di sala 2016’an de li Cizîr û Sûrê tundî li cenazeyan hat kirin. Malbatên ku cenazeyên zarokên wan li Sûrê, neçar man ku ji bo wergirtina cenazeyên xwe nobet bigirein. Mînaka herî dawî jî mînaka Hakan Arslan e.”   ‘EM DIKARIN ÇI BIKIN?’   Bi domdarî Aydin ev tişt anî ziman: “Piştî ku cenaze ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û tundiya li dijî miriyan zêde bûyî, em ji bo bersiva pirsa ‘li dijî vê tundiyê em dikarin çi bikin’ derketin rê. Tundiya li dijî bedenên mirî, tundiyeke pir mezin e. Dixwazin sembola kesê hatiye kuştin li wir tune bikin. Dixwazin bandora sembola berxwedana ya wî kesî ya li ser civakê tune bikin. Mirovek di nezera we de ji bo armancekê jiyana xwe feda dike û hûn wî dibînin. Heke hûn piştgiriyê nedin jî jê re rêz digirin. Di mirinên polîtîk de mirov xwe hîn bêhtir berpirsyar dibîne. Dixwazin vîna civakê têk bibin û kesê hatiye kuştin di hafîzeya civakê de tune bikin. Înîsiyatîf di vê çarçoveyê de hat damezirandin û panel hatin lidarxistin. Me xwest bi rêya van panelan, vê mijarê di qada cemaweriyê de bi hûr û kûr biaxivin û kesên li dijî tundiyê bînin ba hev. Hêj niha jî li dijî goristanên ermen, suryan, kurd, elewî û êzidiyan êriş tên kirin.”   DÊ DEKLARASYON BÊ RAGIHANDIN   Aydin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Wanê qeyûm, li ser goristana ermenan daşir çêkir. Li dijî şîna LGBT’iyan de cihêkariyeke meizn heye. Mela û mirîşo naxwazin cenazeyên wan bişon. Carnan malbat xwedî li cenazeyan dernakevin. Ji bo panelan eleqeyeke mezin hebû. Bi vê rêyê me kesên eleqedar û kesên di vê mijarê de têdikoşin anîn ba hev. Konferansa me ya ku dê di dawiya hefteyê de bê lidarxistin, konferansa damezirîner û rêxistinkirinê ye. Em dixwazin nîqaş bikin bê ka dê înîsiyatîf çawa bidome û nexşerêyeke çawa diyar bike. Bi konferansê mebesta me ew e ku tevî hemû pêkhateyên xwe nîqaşan bikin, nexşerêyekê diyar bikin û sazûmaniyeke hevpar ava bikin. Gelo dê bibe weqf an komele? Ev nîqaş dê were kirin. Dê di dawiya konferansê de delarasyonek bê ragihandin û biryara dawî di wê deklarasyonê de bê diyarkirin. Banga me li her kesî ew e ku tev li konferansê bibin.”   MA / Bêrîvan Altan