Malbatên girtiyan: Rêya demokrasî û azadiyê di zindanan re derbas dibe 2022-10-06 12:54:08   AMED - Keça girtiyê nexweş Herdem Merwanî ku di çalakiya nobeda edaletê de axivî da zanîn ku bavê wê 3 roj in di nexweşxaneyê de ye û got: "Heke azadî û demokrasiye dixwazin bila deriyên zindanan vekin, rêya demokrasi û azadiyê di zindanan re derbas dibe."   Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan bi mabesta girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê dane destpêkirin di roja 324'an de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe ya îro li ber Edliyeya Amedê li dar xistin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Hevserokê HDP yê Amedê Zeyad Ceylan, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya 78'an jî ji bo piştevaniya malbatan tev li çalakiyê bûn.   Di çalakiye de ewilî keça girtiyê nexweş Abdulhalim Kirtay, Herdem Merwanî axivî. Merwanî anî ziman ku weke xizmên girtiyan ên Amedê nezî saleke di çalakiya nobeda edaletê de ne û wiha got: “Lê heta niha piştgiriyeke xurt nehatiye dayin û gavêk şênber nehatiye avetin. Malbatên girtiyan ên Wanê jî niha li Enqerê bi partiyên siyasî re di nava hewildanekê de ne. Em jî li Amedê bi heman xwestekê li ser pêyanin. Em li vir bang li partî, sazî û sendikayên Enqereyê dikin ku bila xwestekên malbatan guhdar bikin û ne tenê di gotinê de, bi gavên şênber piştgirî bidin malbatan. Em li benda gavên şênber in.”   ‘EDÎ MIRINA GIRTIYÊKÎ JI BO ME QIYAMET E’   Di berdewama axaftina xwe de Merwanî da zanîn ku bavê wê ew 3 roj in li Balikesîrê rakirinê nexweşxaneyê û ev tişt gotin: “Lê tevî ku 3 roj in li nexweşxaneyê ye jî haya min ji rewşa wî nîne. Rapora bavê min a nikarê di girtîgehê de bimîne heye, lê ew 3 roj in di nexweşxaneyê de ye û em nikarin agahiyê jê bigrin. Ji ber vê yekê ez li vir li ser keseyeta bavê xwe carek din bang dikim ku bila girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan. Eynika civakê zindan in, rêya azadî û demokrasiyê di zindanan re derbas dibe. Heke azadî û demokrasiyê dixwazin bila deriyên zindanan vekin. Dilê me diêşê, bifikirin ku bavê min 3 roj in di nexweşxaneyê de ye, em jî di şîne de ne. tu mafê kesî tune ye ku vê yekê bi me bidin jiyîn. Bila ne bi hiqûqa neyartiyê bi hiqûqa mirovahiyê nezî me bibin. Edî bila ne bi gotinê, di çareseriyê de israr bikin. Edî mirina girtiyêkî ji bo me qiyamet e.”   ‘GIRTÎ LI GIRTÎGEHAN MALBAT LI DERVE LI BER XWE DIDIN’   Pişt re jî parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersîm Dag axivî. Dag destnîşan kir ku nêzî saleke xizmên girtiyan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiyê şewitandin di çalakiya nobeda edaletê de ne. Dag, balkişand ser zextên li ser girtiyan û wiha got: “Her roj di girtîgehan de girtî bi îşkenceyan re rû bi rû dimînin. Di 9 mehan de 66 cenazê ji girtîgehan derketin. Bi hincetên keyfî înfaza dehan girtiyan hat şewitandin. Ji ber vê yekê xizmên girtiyan ev saleke ji bo desthilat dengê wan bibihîse û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin di çalakiya nobeda edaletê de ne.  Herî dawî li Girtîgeha Elbîstanê avetine ser qawişa girtiyan û girtî bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Ew kesên ku xwe bi JÎTEM'ê nav dikin, ew ne xebatkarên girtîgehê ne? Ew kî ne? Bi çi sedemê bi ser qawişan de digirin? Çi berpirsyariya wan heye ku di girtîgehê de îşkenceyê dikin. Hemû girtiyên ku li Girtîgeha Elbîstanê ragirtine bi îşkenceyê re rû bi rû mane. Girtiyên ku sirgûnî Erzurumê kirine jî rewşa wan di xetereyê de ye. 3 girtî di nexweşxaneyê de ne. Em li vir weke HDP'ê banga desthilatê dikin ku, ev zext, tundî, îşkence û tecrîda li ser girtiyan bi dawî bibe. Bila desthilat dengê malbatan bibihîse û vê yekê jî baş bizane ku girtî li zindanan malbat li derve li ber xwe didin. Vê rûmetê tu car îşkence qebûl nekir. Em jî wê her tim li hemberî, îşkence û tecrîdê bisekinin û tekoşîna xwe bilind bikin. Bila hemû civak jî li dijî vê bê hiqûqiyê rabe li ser pêyan û bibe dengê girtiyan. Bila demildest girtiyên nexweş bên berdan. Em ê jî li hemberî vê yekê li cem malbatên xwe bin û hertim di nava hewildanekê de bin.”   ‘TECRÎDA LI ÎMRALIYE BELAVÎ HEMÛ CIVAK Û GIRTÎGEHAN BÛYE’   Dag, di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku zext, tundî û îşkence giredayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û ev tişt anîn ziman: “Bila tecrîda ku ji Îmraliyê tê meşandin û belavî hemû civakê bûye bi dawî bibe û birêz Abdullah Ocalan jî li gor hiqûqê hevdîtinan bike. Em dizanin ew bêhiqûqî û tunehesibandina demokrasiye, tunehesibandina zagonan ji Îmraliyê destpêdike û belavî hemû girtîgehan dibe. Ji ber vê yekê em dê dijî tecrîdê dengê xwe û tekoşîna xwe bilind bikin. Çi dibe bila bibe em dê serbikevin. Heta îşkence û tecrîd berdewam bike, ew tekoşîn jî wê bidome.”   Çalakiya malbatan bi dirûşmeyên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.