Baroya Amedê giliyê polîsên êrişkar kir 2022-10-06 15:27:49   AMED - Baroya Amedê, têkildarî tundiya polîsan a li dijî kesên ku qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel şermezar kirin, gilî kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) di 4’ê cotmehê de ji bo qetilkirina Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademisyen Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmaniyê ya li Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin li Parka Xezalê daxuyanî dabû û polîsan êrişî beşdarvanan kiribû. Baroya Amedê giliyê polîsên êrişkar kir.    QEDEXEYA ÎŞKENCEYÊ HATE BINPÊKIRIN    Di daxwaznameya gilîyê de wiha hate gotin: “Ji bo Nagîhan Akarsel a di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hate qetilkirin li Parka Xezalê ya semta Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî hate dayîn. Piştî daxuyaniyê polîsan bi awayekî derhiqûqî kesên beşdarî daxuyaniyê bûbûn li qadê ji azadiya wan bêpar hiştin. Dema rewş dihat şermezarkirin polîsan bi mertalan mudaxile kirin, bi gaza şil a bi rengê zer êrişî beşdarvanan kirin û endamên baroya me jî din av de bûn sedemê birîndarkirina gelek welatiyan. Êrişkirin û astengkirina polîsan bi awayekî vekirî binpêkirina qedexeya mûameleya nebaş û îşkenceyê ye. Weke Baroya Amedê bi hempîşeyên xwe yên rastî mudaxileya dijhiqûqî hatin re ji bo lêkolîna pêwîst bê kirin û berpirsyar bên tespît kirin me gilîya xwe kir.”