Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Zarokên me berdin 2022-10-06 17:13:41   ÎZMÎR - Malbatên girtiyan ên Îzmîrê di çalakiya Nobeta Edaletê de bang li rayedaran kirin ku di zûtirin demê de zarokên wan bên berdan.      Malbatên girtiyan ên Îzmîrê, bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatiye şewitandin û rakirina tecrîdê, dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 122'yan de li pêşiya Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê berdewam kir. Endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên navçeyên Balçova û Foçayê jî piştgirî dan malbatan.     Yek ji xizmên girtiyan Sûltan Yagmekan di çalakiyê de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: "Em edaletê dixwazin. Em di navbera mirovan de cihêkariyê nakin. Çi kurd be, çi ereb an jî tirk. Divê dawî li zextan bînin. Çima ewqas zilmê li zarokên me dikin? Bila destên xwe deynin ser wijdana xwe. Hestiyên zarokan bi kîsan didin, ma ev edalet e? Nexweşên me û girtiyên ku înfaza wan qediyane berdin.”    Hevseroka HDP’a navçeya Foçayê Mûkaddes Işik jî destnîşan kir ku girtî rastî miameleya xirab tên û wiha bi dawî kir: "Yên ku înfaza wan qediyane nayên berdan, yên ku nexweş in nayên tedawîkirin. Bi mehan e di lêgerîna hiqûqê de ne. Em li cem dayikan in û heya dawiyê em ê li cem dayikan bin.”   Çalakî bi dirûşma “Bîjî berxwedana zindanan” bi dawî bû.