Rapora Binpêkirinên Mafan a 2021’an a ÎHD’ê: Welat bi polîtîkayên ewlehiyê tê birêvebirin 2022-10-06 17:32:14   ENQERE - Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan a sala 2021’an a ÎHD’ê, li hin bajaran 24 caran qedexeya derketina derve hate îlankirin, hejmara girtiyên siyasî derketiye 326 hezar û 243’yan û ji ber muxalefeta qanûna hejmara 2911’an li 7 hezar û 704 kesan lêpirsîn hatiye vekirin.    Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rapora “Binpêkirina Mafan a li Tirkiyeyê ya 2021'an” ku binpêkirina mafan a li gelek deveran digire dest, aşkera kir. Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û diyar kir ku hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan di sala 2021'an de derket 326 hezar 243 û kapasîteya girtîgehan jî 288 hezar û 798 e. Turkdogan, diyar kir ku hejmara kesên rastî muameleya xerab hatine û îşkence li wan hatiye kirin 114 kes in û got ku 7 hezar û 704 kes ji ber ku li dijî Qanûna Civîn, Xwepêşandan û Meşan a hejmara 2911'an in lêpirsîn hatiye vekirin.    Turkdogan, diyar kir ku Tirkiye di bin kontrola siyasî ya Konseya Ewropayê de ye û li dijî vê jî pêvajoyekî îxlalkirinê hatiye destpêkirin û wiha got: “Hin siyasetmedar dibêjin ku dê derbarê maf û azadiyan de pêvajoyên nû bên destpêkirin, lê pêşî kontrola siyasî rakin, daxwazên Kavala, Demîrtaş, Encu û biryarên din pêk bînin. Dadgeha Destûra Bingehîn duh têkildarî Leyla Guvenê de biryara binpêkirinên mafan da. Vê bi cih bînin, girtiyên siyasî yên li girtîgehan berdin. Tu rejîmeke ku xwe nespêre prensîba serdestiya darazê, bi tu awayî nikare soza azadiyê bide kesî.”   ‘BIDAWÎBÛNA OHALA MAYÎNDE…’   Turkdogan diyar kir ku di rejîma Rewşa Awarte ya mayinde de çewisandina mafên mirovan zêde bûye û di heman demê de têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê bi biryardarî didome. Turkdogan bi bîr xist ku pandemî berdewam dike û di sala 2021’ê de bi bandora Kovid-19’ê re zêdetir maf hatine binpêkirin. Turkdogan bi lêv kir ku wê bi “Modela Serokatiyê ya Tîpa Tirk” re rejîmeke otorîter a serokatiyê were qebûlkirin û wiha dewam kir: “Qanûna bi hejmara 7145'an, beriya bidawîbûna Rewşa Awarte ya sala 2018'an derxistin. Di wê qanûnê de dema binçavkirinê heta 12 rojan hat dirêjkirin, rayeyên zêde ji walîtiyan re hatin dayîn, îxracên li saziyên cemaweriyê dewam kirin, bêyî biryara dadgehê desteserkirina milkan hat pêşkêşkirin. Ew qanûn heta 31’ê tîrmeha 2022’an hate pêkanîn. Niha dema binçavkirinê 4 roj in, wezaret kesî îxrac nakin, lê bi biryarnameyan re Rewşa Awarte mayînde bûye. Hemû biryarnameyên di dema Rewşa Awarte de hatin derxistin, bûn qanûn. Ji bo guhertina rejîma Rewşa Awarte ya mayînde, divê hêzeke nû ya siyasî û têkoşîna civakî zêde bibe.”   ‘375 JIN HATIN KUŞTIN’   Turkdogan ê qala cînayetên jinan kir, da zanîn ku 375 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin, 239 jin bi awayekî biguman hatine kuştin û hezar û 305 jin jî bi birîndarî ji tundiyê xelas bûne. Turkdogan, bi lêv kir ku 7 jê zarok bi 767 jinan re fihûşê didin kirin û wiha pê de çû: “Dema em li îstatîstîkên fermî yên Wezareta Edaletê dinêrin, em dibînin ku ev hejmar zêdetir e. Divê were zanîn ku bi taybetî li dijî jin û zarokan sûcên zayendî zêde bûne.”   ‘DIVÊ JI BÊCEZATIYÊ RE TÊKOŞÎN BÊ DAYÎN’   Turkdogan, her wiha destnîşan kir ku di sala 2021’an de êrîşên nefretê zêde bûne. Turkdogan diyar kir ku di encama êrîşên nijadperestan de 3 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 60 kes jî birîndar bûne û wiha axivî: “Divê Tirkiye teqez gotinên nefretê qedexe bike, bi taybet sûcên nefretê sererast bike û zagona xwe li gorî pêşniyarên Komîsyona Têkoşîna li dijî Nîjadperestî û Cihêkariyê ya Konseya Ewropayê û protokola bi hejmara 13’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê erê bike. Pêwîste li dijî çekgirtina ferdî û çanda tundiyê têkoşîn bê meşandin. Ji bo sûcên ku wezîfedarên dewletê tev li bûne, divê bi bêcezahiştinê re têkoşîn bê dayîn.”   LI GIRTÎGEHAN HEZAR Û 114 KES ÎŞKENCE KIRIN   Turkdogan, ragihand ku hejmara kesên ku di sala 2021'an de di bin çavan de rastî îşkence û muameleya xerab hatine 12 jê zarok 531 kes in û hejmara kesên ji bilî cihên binçavkirinê rastî îşkenceyê hatine jî 25 jê zarok 704 kes in. Ozturk, anî ziman ku hejmara kesên îdia dikin ku di girtîgehê de îşkence û mûameleya xerab li wan hatine kirin jî hezar û 114 ne. Ozturk, diyar kir ku îşkence û muameleya xerab yek ji pirsgirêkên bingehîn e û got: “Endamên hikûmetê her tim dibêjin ku îşkence nîne. Di îstatîstîkên dadgeriyê yên Sala 2021’an a Wezareta Edaletê de, derbarê 2 hezar û 190 kesan de ji ber sûcên îşkence û eziyetê lêpirsîn hatiye vekirin. Der heqê 953 kesan de biryar hat dayîn ku hewcehî li peyketinê nîne û 866 kes tên darizandin. Hejmara dozên têkildarî îşkence û lêpirsîneran kêm û ji 53 hezar û 325 welatiyên ku ji bo parastina xwe tevdigerin re bi hincetên ‘we li dijî polîsan li ber xwe da, li dijî wan derketin’ doz tên vekirin.”   Turkdogan qala raporên girtîgehên Tirkiyeyê yên Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence û Cezayan a Ewropayê (CPT) ya di bin sîwana Konseya Ewropayê (KE) de ye kir û xwest ku CPT têkildarî serdana xwe raya giştî agahdar bike.   ‘HETA KU PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN DIVÊ EFUYEKE GIŞTÎ NEYÊ ROJEVÊ’   Turkdogan diyar kir, hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan ku di sala 2002'an de 59 hezar 429 bû, di sala 2022'an de bûne 326 hezar û 243. Ozturk, destnîşan kir ku 12 hezar û 995 ji wan jin in û 2 hezar û 447 jê zarok in û diyar kir ku kapasîteya girtîgehan 288 hezar û 798 e û 37 hezar û 445 girtî ji kapasîteya girtîgehan zêde ne.   Turkdogan ê qala nîqaşên efûyê kir, behsa gotina ‘ji bilî sûcên terorê’ kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di peymanên ku Tirkiye aliyekî wê ye de sûcên terorê hatine jimartin. Hûn girtina Selahattîn Demîrtaş, Osman Kavala, girtiyên Geziyê, rojnamevan, rewşenbîr û nivîskaran çawa rave dikin? Di çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de li girtîgehê tên ragirtin. Heke bi rastî jî hûn nizanin, ez ji we re bibêjim bê ka ev çi ye. Beriya ku li Tirkiyeyê mijara efûyê bê nîqaşkirin, qanûna têkoşîna li dijî terorê, qanûna înfazê û cihêkarî bên rakirin û pergala înfazê heta mirinê bê terikandin. Di qanûna ceza de gelek sûcên ku hatine dirêjkirin hene. Divê dema van li ber çavan were derbaskirin. Eger efûyeke giştî bikeve rojevê, bêyî çareseriya pirsgirêka kurd û meşandina nîqaşên li ser edaleta ceza û edaleta restorasyonê, bêyî pêvajoyeke rastî ya pevçûn-çareseriyê, divê nekeve rojevê. Kî wê kê bibexşîne!”   ‘CIHEKARIYA LI ÎMRALIYÊ BELAV BÛYE’   Turkdogan, bilêv kir ku divê helwesta Saziya Tiba Edlî ya derbarê girtiyên nexweş de biguhere û wiha got: “Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan. 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Divê ev bên berdan. Di sala 2021’an de 57 kes di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Ev hejmara ku me dikarîbû tesbît bikin. Niha ev hejmar 62 ye. Divê mijara lêgerîna tazî ya li girtîgehan, muayeneyên kelemçekirî bi temamî bi dawî bibin. Divê dest ji qedexeyên li ser nêrîn û ragihandinê bê berdan.”    Turkdogan, binpêkirinên mafan ên giran ên li Girtîgeha Îmraliyê wiha vegot: “Li wir 4 girtî hene û nikarin ji tu mafan sûdê wergirin. CPT neçar maye ku serdana wir bike. Saziyên Tirkiyeyê bi xwe çima nikarin girtîgeha Îmraliyê ziyaret bikin? Rayeya wan heye, ger bixwazin dikarin biçin, lê nikarin bikevinê. Divê Tirkiye li gorî qanûnên xwe tevbigere û dawî li cihekariyê bîne. Cudakariya di mijara Îmraliyê de li gelek deverên Tirkiyeyê belav bû. Girtîgehên bi ewlehiya bilind zêde bûne. Mirov 10 salan li wir bimînin wê jiyana xwe ji dest bidin. Divê ew bên terikandin.”   Turkdogan, her wiha xwest ku  Sîbel Balaç a di çalakiya greva birçîbûnê de ye bê berdan.    ‘HEKE HÛN PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEKIN DÊ WISA BE’   Turkdogan, anî ziman ku di sala 2021’an de li gelek navend, navçe û gundên Kurdistanê 24 caran qedexeya derketina derve hate îlankirin û ev qedexe di navbera 24 saet û 15 rojan de berdewam kirine. Turkdogan, destnîşan kir ku ev raye ji 81 waliyên bajaran re hatiye dayîn û wiha got: “Pirsgirêka kurd di dema xwe de çareser nebû. Bergiriyên ewlehiyê ku di dema xwe de ji bo pirsgirêka kurd dihatin sepandin niha li hemû bajaran tên sepandin. Hemû walî li gorî dilê xwe biryarên qedexeyê digirin û bi cih tînin. Eger hûn pirsgirêka kurd çareser nekin, dê wisa be. Hemû welat di bin polîtîkayên ewlehiyê de tê rêvebirin.”   ‘TU PIRSGIRÊK NAYÊN ÇARESERKIRIN’    Turkdogan, destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê dîsa pirsgirêka kurd e û wiha domand: “Nebûna çareseriya pirsgirêka kurd di her qadê de bûye sedema kêmbûna mafan. Ev yek pirsgirêkeke gelekî girîng e ku divê Tirkiye çareser bike û li cihê lê ye dimîne. Dev ji doza Kobanê berdin, mirovan berdin. Biryarên pêşîn ên DMME’yê yên derbarê doza girtina HDP’ê ya li Dadgeha Makeqanûnê û kesên ku qedexeya siyasî dixwazin pêk bînin. Bi destwerdana dewletê ya li siyaseta kurd re qadeke ku bi pêş ve biçe nemaye. Divê parlamenterên girtî, hevşaredar û siyasetmedarên girtî bên berdan. Mûameleya li parlamenterên ku parêzbendiya wan hatiye rakirin tê kirin nayê qebûlkirin. Me her tim got ku divê pevçûnên çekdarî rawestin û pêvajoyeke nû ya aştiyê bê avakirin. Heta ku Tirkiye di pirsgirêka kurd de pêvajoyeke aştiyê ya nû ava neke nikare tu pirsgirêkan çareser bike.”   Turkdogan qala mûameleya li dijî cenazeyan kir û wiha got: “Cenazeyên mirovan di kîsan, pakêtan de nedin, bi kargoyê neşînin. Ev ji bo mirovahiyê bi rastî jî şermeke. Tu nikarî bi vî awayî gel biçûk bixî. Bi vî rengî hûn ê di nava gel de rê li ber şikestinên kûr vekin. Pêwîste hikûmet li hemberî kesên van pêkanînan pêk tînin, bi rêbazên lêpirsînê yên bi bandor çi pêwîst be bike.”    JI 7 HEZAR Û 704 KESAN RE LÊPIRSÎN HATE VEKIRIN   Turkdogan her wiha diyar kir ku di tevahiya sala 2021’an de polîsan mudaxaleyî 409 civîn û xwepêşandanan kiriye. Li gorî Wezareta Dadê ji ber muxalefeta qanûna hejmara 2911’an li 7 hezar û 704 kesan lêpirsîn hatiye vekirin.   Turkdogan her wiha xwest, cihêkariya li hemberî Elewiyan ji holê bê rakirin û mafên welatîbûna wekhev bên dayîn.