Di 9'ê Cotmehê de wê daxwaza bingehîn bibe azadiya Abdullah Ocalan 2022-10-07 09:03:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên saziyên sivîl û partiyên siyasî ku ji bo meşên li Wan û Îzmîrê li dijî Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bên kirin, banga tev li bûnê kirin, diyar kirin ku wê azadiya fîzîkî ya Ocalan biqîrin.  Dê bi boneya salvegera komploya navdewletî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû kirin, bajarên Amed, Wan, Mêrdîn, Agirî, Stenbol û Îzmîrê jî di nav de dê li gelek bajaran meşên girseyî bên lidarxistin. Meş dê bi dirûşmeya "Em ber bi azadiyê ve dimeşin" bên li dar xistin û her wiha bi panel û hin çalakiyên din wê balê bikişînin ser geşedanên piştî komployê qewimîn.    Di salvegera komployê de dê bi pêşengiya Kongreya Civaka demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê bê û bi beşdarbûna gelek saziyan bê lidarxistin.    ‘AZADIYA WÎ AZADIYA ME YE'   Rêvebira Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TÛHAY-DER) a Şaxa Wanê Halîme Albay, bi tecrîda di di şexê Ocalan de hatiye destpêkirin, hemû kurd tên tecrîdkirin û ji bo pûçkirina tecrîdê her kesî vexwand meşa ku dê di 9'ê Cotmehê de li dar bixin. Albay wiha got: "A rast, tê xwestin ku di şexsê Ocalan de hemû kurd bên tecrîdkirin. Heta ku ev polîtîkaya tecrîdê neyê şikandin, wê şer kûrtir bibe, jin bêtir bên kuştin û gel bi pêkanînên bêhiqûqî re rû bi rû bimîne. Armanca sereke ya vê meşê mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e. Bi taybetî divê jin beşdarî vê meşê bibin. Feraseta zilam-dewletê her roj bi sedan jinan qetil dike. Ji bo ev yek bi dawî bibe divê jin bi hev re pêşî li ber tecrîdê bigirin. Em baş dizanin ku heta ku tecrîd neyê şikandin dê jin, ciwan û gelê kurd azad nebin. Azadiya Ocalan azadiya me ye. Bi vê boneyê em di 9’ê Cotmehê saet di 13.00’an de li Kolana Hunerê meşekê li dar bixin û em li benda gelê xwe yê welatparêz in."   ‘EM POLÎTÎKAYA TECRÎDÊ BIŞIKÎNIN'   Rêvebirê Rêxistina DBP'ê yê Bajêr Selahattîn Genco jî diyar kir ku ji bo pûçkirina komployê divê wê rojê her kes dakeve qadan û wiha got: "Ji bo pûçkirina vê komployê û şikandina tecrîdê em ê li bajarê xwe meşekê li dar bixin. Em baş dizanin ku heya ev tecrîd bidome, dê rojên dijwar li benda welêt bin. Ji bo meseleya kurdî bi awayekî demokratîk bê çareserkirin, divê tecrîd bê şikandin. Em dizanin ku bê ev rewş çi qas hesas û girîng e. Em dixwazin wê rojê van polîtîkayên tecrîdê bişkînin. Ez hemû gelê me vedixwînim meşê; werin em bi hev re polîtîkaya tecrîdê bişkînin."   ‘OCALAN PLANÊN WAN PÛÇ KIR'   Sedema bingehîn a komployê û tecrîda li ser Ocalan, tecrîdkirina gelê kurd e. Ocalan li dijî pergala tecrîdê paradîgmayeke nû afirand. Ocalan ev lîstik pûç kir. Hêzên navneteweyî negihiştin armanca xwe. Lewma roj bi roj tecrîdê kûrtir dikin. A rast, berdewamiya komployê pergala tecrîdê bû, lê bi ser neket. Armanca komployê qutkirina têkiliya di navbera Ocalan û gelê kurd de ye. Lewma divê bi beşdarbûna çalakiyên ji bo Ocalan ev feraset bê teşhîrkirin û tecrîd bê şikandin. Ji bo pûçkirina planên feraseta komploger em her kesî vedixwînin meşa 9'ê Cotmehê."    LI ÎZMÎRÊ MEŞA GIRSEYÎ   Bajarekî din ê Komploya 9’ê Cotmehê lê bê şermezarkirin jî Îzmîr e. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Komeleya Piştevaniyê ya bi Xizmên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER), Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER), Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandê ya Avesta (AVESTA ZIMAN) û Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), wê di 9'ê Cotmehê saet di 15:00’an de li Meydana Basmane meşeke girseyî lidar bixin.   AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN   Hevberdevkê HDK’a Îzmîrê Mehmet Sabrî Gul jî, da zanîn ku divê ji bo azadiya Ocalan têkoşîn bê dayîn û wiha got: “Berpirsiyariya sereke ya kesên ku têkoşîna azadiyê dimeşînin, yên ku mafên kedê diparêzin û yên ku têkoşîna azadiya jinê dimeşînin ew e ku komploya li ser Birêz Ocalan şermezar bikin. Li dijî vê komploya ku hemû xetên aborî, siyasî û demokratîk asteng dike û rê li ber xeta faşîst a li dijî wan vedike daxwaza azadiyê û bilindkirina têkoşînê ye. Azadiya Birêz Ocalan polîtîka û qada bingehîn a têkoşînê ye ku wê pêşî li şer bigire, rê li ber têkoşîna jinê veke, rê li ber kesên mafên kedê didin veke û pêşî li bêkariyê bigire. Bi meşa ji qada Basmane destpê dike ku em armanc dikin azadiya Rêberê Gelê Kurd bixwazin têkoşînê bilind bikin.”   ‘TECRÎD LI HER QADA JIYANÊ YE’   Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk jî bi lêv kir ku bi komployê fikrên Ocalan hedef hatin girtin. Çelîk, da zanîn ku bi komploya li dijî Ocalan, polîtîkayeke tecrîdê ya li ser civakê hate pêşxistin û wiha got: “Pêvajoya ku ji bo gelan bênefes bihêle hate pêşxistin 24 sal in didome.” Çelîk, da zanîn kul i dijî tecrîdê têkoşîneke ku tê dayîn heye û wiha berdewam kir: “Niha tecrîdeke ku tenê li dijî gelê kurd tê meşandin nîne. Polîtîkayeke tecrîdê ku li her qada jiyanê belav bûye heye. Di rewşa heyî de xizaniya li civakê, cînayetên jinan, girtin, astengkirina rêxistinên girseyî yên demokratîk, pirsgirêkên aboriyê yên tên jiyîn, bi pêşîgirtina li fikrên Ocalan re eleqedar in. Divê gel têkoşînê bilind bike. Bi vê têkoşînê re ne tenê tecrîd di heman demê de ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan pêk were divê xebat bên kirin.”   JI BO MEŞÊ BANG HATE KIRIN   Çelîk, destnîşan kir ku Ocalan ji bo civakê li cihekî girîng e her gava ku diavêje dê diyarker bibe û got: “Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were. Ji ber vê yekê nîqaşên bi rêyên navbeynkaran re bi Birêz Ocalan re tên kirin her tim kêm dimînin.” Çelîk, ji bo meşa dê di 9’ê cotmehê de li Qada Basmaneyê were lidarxistin banga tev li bûnê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev çalakî wê ne tenê bidawîbûna pêvajoya tecrîdê be, di heman demê de dê destpêka gaveke ku azadiya fîzîkî bi xwe re bîne. Banga me li her kesên xwe weke parçeyekî aştiyê dibînin e: Em bang li we dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li Basmaneyê dengê xwe bilind bikin.”