Beriya Serdana CPT'yê careke din cezayê disiplînê li Abdullah Ocalan hatiye birîn 2022-10-07 10:00:08   STENBOL - Derket holê ku beriya serdana CPT'yê ya Îmraliyê, careke din cezayê disiplînê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn.    Zêdetirî 18 meh in tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û giritiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayên girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê bi hincetên "cezayê disiplînê" û "qedexeya hevdîtinê" tên astengkirin.    Derket holê ku careke din 3 meh cezayê disiplînê li Ocalan û her sê girtiyên din hatiye birîn.    3 meh cezayê disiplînê yê ku Serokatiya Desteya Disiplînê ya Îmraliyê li Ocalan û her sê girtiyên din birîbû di 15'ê îlonê de bi dawî bûbû. Piştî bidawîbûna cezayê disiplînê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 16'ê îlonê de ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Lê serlêdana parêzeran nehatibû bersivandin. Piştî vê parêzer di 23'yê Îlonê de hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî li Midûriyeta Saziya Înfazê ya Girtîgeha Îmraliyê dabûn û xwestibûn hevdîtina bi malbatê re pêk bê. Parêzeran di serlêdanê de diyar kiribû ku ger ger cezayekî disiplînê hebe ew îtiraz dikin û mînakên biryarê yên di dosyeyê de teblîxî wan bên kirin. Lê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 5'ê cotmehê de serlêdana parêzeran red kiribû.    Dadgeriyê di biryara xwe ya redkirinê de derpêş kiriye ku 3 meh cezayê disiplînê yê ku di 9'ê îlonê de li Abdullah Ocalan û her 3 girtiyên din hatiye birîn, di 28'ê îlonê de diyar bûye. Dadgeriyê cezayê disiplînê yê nû kiriye hincet û ragihandiye parêzeran ku 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re hatiye birîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî îtiraz kirine, lê îtiraza wan esas nehatiye girtin.    BERIYA SERDANA CPT'YÊ CEZA!   Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), di 3'yê cotmehê de ragihandibû ku di navbera 20-29'ê îlonê de serdana Tirkiyeyê kiriye û di vê serdanê de çûye Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim re kiriye.    12 CEZAYÊN DISIPLÎNÊ   Bi qedexekirina hevdîtina herî dawî re, ji sala 2018'an heya niha 12 caran cezayê disiplînê hatiye birîn û hinceta van cezayan bi tu awayî teblîxî parêzeran nehatiye kirin.    MA / Dîren Yûrtsever