‘Girtîgehê dest danîn ser betanî û cilên girtiyê nexweş’ 2022-10-07 10:16:21   AMED - Dayika girtiyê nexweşê giran Civan Boltan, Nazîme Boltan diyar kir ku nexweşiya zarokê wê her ku diçe giran dibe û da zanîn ku zarokê wê ji ber nexweşiya xwe havinê jî dicemide lê girtîgehê dest danîne ser betanî û cilên wî.    Binpêkirinên mafên girtiyan li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her roj zêde dibin. Li gorî lîsteya ÎHD’ê jî 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne. Yek jî wan girtiyê nexweşê giran jî Civan Boltan e. Boltan 30 saliye û cezayê muhebetê lê hatiye birîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî derbarê ragirtina Civan Boltan de biryara binpêkirina mafan da bû. Tevî her ku diçe nexweşiya Boltan giran dibe û rapora ‘Nikarê di girtîgehê de bimîne’ heye jî Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana wî taloq kir. Boltan niha di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Boluyê tê ragirtin.     Dayika Boltan, Nazîme Boltan ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan li Amedê di çalakiya Nobeda Edaletê de ye diyar kir ku roja înê zarokê wê bi telefonê pê re axivî ye û gotiye ku gardiyanan dest danîne ser cil û betaniya wî. Derbarê mijarê de dayik Boltan ji ajansa me re axivî.    ‘HAVÎNE JÎ DICEMIDE LÊ DEST DANÎN SER BETANIYA WÎ’   Boltan, bertek nîşanî dest danîna ser betanî û cilên zarokê xwe da û bi bîr xist ku bi mebesta zext û tundiyên li ser girtiyan bi dawî bibin dest bi çalakiya nobeda edaletê kir, lê tevî vê yekê jî zext û tundiyên li ser girtiyan zêde bûne. Boltan, anî ziman ku nexweşiya zarokê wê her ku diçe giran dibe û ev tişt gotin: “Zarokê min girtiyekî nexweş e, destekî wî tune ye. Havînê jî dicemide, destên wî ji ber wê yekê spî dibin. Lê tevî vê yekê jî betaniya wî jê standine, sermaya Boluyê jî ji xwe diyare, çima zext û zilme li ser zarokên me ferz dikin, edalet û hiqûqa wan li ku ma. Heta em li ser xwe bin jî em dê pey doza zarokên xwe bin.”   ‘ZEXT Û TUNDIYÊ LI SER GIRTIYAN FERZ DIKIN’   Boltan, da zanîn ku dest deynin ser nameyên ku ji kurê xwe re dişinin jî û got: “Heta ji destê wan tê zilme li ser girtiyan ferz dikin. Di ser qawişa wan de digirin, dest didin ser pirtûk û nameyên wan. Em jê re name dişînin nagihije wî, dema ew dişîne jî nagihije me. Yanî dibêjin ku em dikarin zext û tundiyan li girtiyan bikin. Lê bila ew jî bizanin ku heta zext û tundî li ser girtiyan hebin em dê jî li kolanan bin.”   BANG LI MALBATÊN GIRTIYÊN NEXWEŞ KIR   Di dawiya axaftina xwe de jî Boltan ji bo xwedî derketina li girtiyan ev bang li malbatên girtiyan û gel kir: “Bi hezaran girtiyên nexweş hene, em bang li malbatên wan dikin ku ew jî werin tev li çalakiya edaletê bibin. Daxwaza me ew e ku girtiyên nexweş bên berdan ku em tedawiya wan li derva bikin. Bila malbatên girtiyên nexweş jî ji bo girtiyên nexweş mil bidin me. Bila ew jî gel jî xwedî li girtiyên xwe derkevin û piştgiriyê bidin me.”