‘Pêwîste gel helwesteke zelal nîşanî Mîhrîcana Sûrê bide’ 2022-10-07 11:00:47   AMED - KCD, DBP, TJA û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê têkildarî Mîhrîcana Sûrê bang li gel kir ku helwesteke zelal nîşan bidin û wiha gotin: "Helwesta li dijî vê mîhrîcanê di heman demê de berpirsyarike giring a parastina nirxên me yên çandî û dîrokî ye."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî mîhrîcana ku dê ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve li navçeya Sûra Amedê were lidarxistin daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku mîhrîcan pêkanîna polîtîkayên qirêj in û hate destnîşan kirin ku helwesta li dijî mîhrîcanê berpirsyariyeke girînge ji bo parastina nirxên gel yên dîrokî û çandî.   Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Desthilatdariya AKP-MHP'ê ya ku bi rêya qeyûman îradeya gelê kurd desteser kir, li şûna şaredarên ku bi piştgiriya gel hatin bijartin û îradeya gelê kurd temsil dikin, qeymeqam û walî tayin kirin. Şaraderiyên ku hatin desteserkirin bi destê walî û qeymeqaman veguherî qadên rant û talanê. Festîvala ku ji aliyê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve, di navbera 8-16'ê Cotmehê de dê were lidarxistin, bi şirîkatiya qeyûman dê li navçeya Sur’ê ya Amedê pêk were. Her çiqas yek ji sebebê lidarxistina vê festîvalê rant û talan be jî helbet sebebê wê yên cuda jî hene. Zîhniyeta ku li rojavayê Tirkiyeyê festîvalan qedexe dike, hewl dide ku li Sûrê bi kêf û coş festîvalekê li dar bixe, ev yek jî bi awayekî aşkere nişan dide ku mebesta vê yekê pêkanîna polîtîkayên qirêj in. Li navçeya Sûrê ya ku 6 taxên wê di dema qedexeyên derketina derve de hatin hilweşandin, bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan.   EV MÎHRÎCAN RÊBAZEKE POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET E   Yên ku navçeya Sûrê ya xwedî dîroka 5 hezar salan e hilweşandin di heman demê de beton rijandin ser cih û warê bîra me jî, bi vê yekê hewl didin sûcên ku li vir pêkanîne veşêrin û hafizeya me ya dîrokî û çandî tune bikin. Ev festîval jî rêbazeke polîtîkayên şerê taybet e ku xizmeta vê armancê dike. Weke ku tê zanîn Hakan Arslan di sala 2015’an de li Surê jiyana xwe ji dest da û piştî 7 salan hestiyên wî di tûrikêkî de radestî bavê wî hatibû kirin, bavê Hakan Arslan, Ali Rıza Arslan, bang li gele kurd kir ku xwedî li nirxên xwe derkevin û got 'Ger gelê me biçe vê festivalê, dê careke din me bikuje.' Ji ber ku şîna kesên li vir jiyana xwe ji dest dane nîvco maye divê gelê me berpirsiyariya xwe ya exlaqî, wijdanî û civakî bi cih bîne û beşdarî vê festîvalê nebe. Zîhniyeta faşîst a ku dixwaze bi vê festîvalê êşên civakî yên gelê kurd veguherîne amûreke şahiyê, di heman demê de nirx û çanda hevpar a gelê kurd jî ji xwe re kiriye hedef. Helwesta li dijî vê festîvalê di heman demê de berpirsyarike giring a parastina nirxên me yên çandî û dîrokî ye.   BANG LI GEL KIRIN   Banga me li hunermendên ku dê beşdarî bernameya festîvalê bibin ew e ku beriya beşdarî vê festîvalê bibin, li dîroka Sûrê binêrin. Hê hêsirên dayikên kesên li wir jiyana xwe ji dest dane zuwa nebûne, nebin alîgirê sûcê vê zîhniyeta faşîst a ku hewl dide bi rêya festîvalê avahiyên ku li ser hestiyên ciwanên me hatine avakirin bide qebûlkirin. Banga me li tevahiya gelê Amedê, saziyên demokratîk, jinan û nexasim li ciwanan e ku beşdarî vê festîvala ku xizmetê ji  polîtîkayên qirêj re dike û hewl dide ku çanda me, dîroka me û mekanên bîra mirov tune bike, nebin û helwesteke zelal nîşan bidin."