DFG: Em ê pênûsê Nagîhanê bêxwedî nehêlin 2022-10-07 13:19:37   AMED - DFG'ê qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kir û wiha got: “Em soz didin ku em ê têkoşîna heqîqetê ya Nagîhanê û pênûsê wê bêxwedî nehêlin.”    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamevanan û binpêkirina mafan li hemberî saziyên çapemeniyê ya meha îlonê bi raya giştî re parve kir. Di rapora ku hat parvekirin de, bal kişand ser qetilkirina endama Navenda Lêkolînê ya Jînelojiyê û Edîtora Kovara Jînelojiyê Rojnameger Nagihan Akansel ku di 4'ê cotmehê de li bajarê Silêmanî ya Herêma Kurdistanê bi êrişeke çekdarî hate qetilkirin. DFG'ê qetilkirina Akarsel weke "Li ser navê rojnamevanan û mirovahiyê xebereke reş e" nirxand wiha got: "Weke hempîşeyên Akarsel ku şahidê rojnamevantî û têkoşîna wê ne em vê êrişê şermezar dikin."   DFG'ê d raporê de anî ziman ku di dawiya meha îlonê ku wan daneyên zext û pêkutiyên li ser rojnamegeran rapor dikirin de bi agahiyeke reş wan dest bi meha cotmehê kiriye û ev tişt gotin: “Em rojnamegerên şahidê rojnamegerî û têkoşîna hevpîşeya xwe Nagîhan Akansel in û em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Baş tê zanîn ev êriş jî li dijî vê lêgerîna heqîqetê ya Nagîhanê pêk hat. Rojnamegerên şopdarên heqîqetê jî dê careke din bi xebatên xwe bi êrişkarên Nagihan Akarsel qetil kirin bidin famkirin ku tu hêz dê nikaribe pênûsa heqîqetê bişkîne. Wek soza li kolanan hat dayîn Çapemeniya Azad xwediyê têkoşîn û pênûsa hevpîşeya xwe ye. Nagihan Akarsel jî wek şehîdên Çapemeniya Azad ên din roniya têkoşîna me ya heqîqetê ye.”   BI HEVKARIYA HÊZÊN TARÎ CAREKE DIN APÊ MÛSA QETIL KIRIN   Rapora DFG'ê ya meha Îlonê wiha ye: “Dadgeha tirk hemu kujerên Feylesof û Zanyarê Kurd Apê Musa di salvegera 30’yemîn qetilkirina wî de ji cezakirinê rizgar kirin. Di danişîna beriya salvegera 30’emîn de jî biryara cezakirinê neda û danişîn di çarçova plana siyasî de hefteyek taloq kir. Ango danişîn ji 16’ê îlonê taloqê roja 21’ê îlonê kir. Ev roj rojek dikeve pişt salvegera 30’emin. Dadgehê di danişînê de hemû daxwazên ji bo doz di çarçoveya sucê li dij mirovahiyê de bê qebûlkirin red kir. Bi hinceta 'dem di ser de derbas bû' dosye ji darizandinê hat xistin. Dadgehê pir aşkera bi vê biryarê xelat da kujer û hevkarên wî yên siyasî. Hevkariya xwe ya bi hêzên tarî yên di salên 1990’î re hevkariya xwe aşkera kir û careke din Apê Musa hat qetilkirin. Em jî wek şopdarên Apê Musa û generalên wî yên biçûk biryarê şermezar dikin û dibêjên ‘em ê heta hetayê dev ji vê dozê bernedin.’   DIXWAZIN PLATFORMÊN MEDYAYA DÎJÎTAL KONTROL BIKIN   Hikumeta AKP-MHP’ê ‘Qanûna Sansurê’ ya serdema sala qanûn çêkirina dema borî de anîbûn desteya navendî ya Meclisê û ji ber bertekên mezin paşve hatibû xistin careke din anîn rojevê. Bi vê qanûnê ku di roja yekemin vebûna meclîsê de ket rojevê tê xwestin hemu çapemenî bê bêdengkirin. Her çend hikumet dixwaze vê qanûnê wek qanuna ‘dezenformasyonê’ bide nişandan jî em rojnameger zanin ku armanca derxistina vê yaseyê ev e ku di nava hemu aliyên gel de sansurê berfireh bike. Bi vê qanûnê hem dixwazin zext û pêkutiyên li ser çapemenî û azadiya raman kurtir bikin û hem jî dixwazin platformên medya dijital yên wek medyayeke alternatif li pêş dikevin jî bikin bin kontrola xwe.   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Careke din em bi helwesteke bi biryar vê qanûna ku armanca xwe avakirina medyayeke yek denge, kûrkirina atmosfera tirsê ya heyî ye û girantirkirina sansur û otosansurê red dikin û dibêjin li dijî vê têkoşîna herî bihêz û birûmet e. Ev qanûna ku dixwaze civaka muxalefet, çapemenî û azadiya raman dorpêç bike ji her aliyê xwe ve qanûneke sansurê ye. Hêj beriya ku qanûn derkeve em dibin şahidê nîşaneyên zêdebûna zext û sansurê. Her meh li ser navê azadiya raman, azadiya çapameniyê rapor tên amadekirin. Îro ev rapor jî tên astengkirina. Ev jî destnîşan dike ku li Tirkiyê zext, pêkutî û sansura li ser rojnamegiriyê û civakê derketiya kîjan radeyê. Ji bo ev qanûna sansurê ya di Meclisê de du xalên wî hatine qebûlkirin paş ve bê kişandin banga vexwendina têkoşînê dikin.   MIJARA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ MIJARA SEREKE YE   Li Tirkiyê di nava pirsgirêkên rojnamegeriyê de mijara rojnamegerên girtî mijara sereke ye. Rojnamegerên ji bo nikaribin nûçe çêkin hatine girtin îro di girtîgehê de bi dehan pêkûtiyan re rû bi rû ne. Di girtîgehê de rojnameger jî wek girtiyên din ên siyasî mexdurê hemû tengavkirinê rojane û heta her cure zext û pêkûtiyanin. Rojnameger Safiye Alagaş, Neşe Toprak, Remziye Temel û Elif Ungur ku ji 16 rojnamegerên roja 8 Hezîranê bi serdagirtina malan de hatibûn girtin û di Girtîgeha Jinan a Amedê de tên ragirtin jî tevlî greva birçîbunê ya 5 rojan ku ji ber lêgerîna tazî, astengkirina dermankirina girtiyên nexweş û aktîviteyên navbera girtiyan tên asteng kirin bûn.     ROJNAMEGERÊN JIN ÊN PÊNÛSA GURBETELLÎ HILDANE SILAV DIKIN   Li gel vê tabloya giran jî îro salvegera rojnamegerên jinên rojnameger yên hêviyê zindî digirin û ji nav tariyê heqîqetê derdixin holê ye. Di sala 1997’an îro de pêşenga rojnamegeriyê Gurbetellî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Bi vê boneyê roja 7’ê Cotmehê wek roja rojnamegerên jin hatiye qebûlkirin. Em jî bi vê rih û rûmetê roja 7’ê cotmehê ya Rojnamegeriya Jinên Kurd pîroz dikin û hemu rojnamegerên jin ên pênûsa Gurbetellî hildane silav dikin.”