Polîsan dest danî ser pankarta malbata Şenyaşar 2022-10-07 17:07:32   RIHA - Polîsan dest danîn ser pankarta “Ji bo herkesê edalet” a malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di bin dorpêça polîsan de di roja 578’emîn de berdewam dike. Qada ku malbat lê nobetê digire di saetên serê sibê de ji aliyê polîsan ve bi bariyetên demir hate dorpêçkirin. Dayik û kurê wê yên tevî mudaxilekirina polîsan di dorpêçê de nobeta xwe domandin, bang li dozger û dadgerên ji bo nimêja înê çûn mizgeftê kirin û wiha gotin: “Kesên ji zilmê re bêdeng bimîne bêwijdan e.”   Ferît Şenyaşar ê bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re demekê di bin dorpêçê de nobeta xwe domand, bi blokên beton ên avahiya edliyeyê ve pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet ji bo herkese edalet” daliqand. Polîsan xala 42’yemîn a ‘Qanûna Qebahatan’ weke hincet nîşan da û dest danî ser pankartê. Polîsan li Ferît Şenyaşar cezayê pereyan birî. Şenyaşar ê bertek nîşanî pêkanînê da ceza îmze nekir. Li ser vê yekê malbatê nobeta xwe bir ber avahiya edliyeyê. Parêzerên malbatê ku hatin ber edliyeyê, têkildarî mudaxileyê xwestin bi Wekilê Serdozgerê Rihayê re hevîtinê bikin. Wekîlê serdozger diyar kir ku naxwaze bi parêzeran re hevîtinê bike û bi lêv kir ku fermana pêkanînê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve hatiye dayîn. Wekîlê serdozger ji parêzeran re got ku dikarin têkildarî mijarê giliya xwe bikin. Li ser vê yekê parêzeran têkildarî “mudaxileya bêhiqûqî” girtek girt.    Parêzeran diyar kir ku wê giliyê berpirsyaran bikin û li ber bariyerên hatin dorpêçkirin bi malbatê re daxuyanî dan. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol a axivî wiha got: “Em hemû her roj dibin şahidê neheqiya ku piştî komkujiyê li malbatê tê kirin. Nobeta malbatê ji duh ve bi awayekî bêhiqûqî hewl tê dayîn bê astengkirin. Polîs bi fermanên li dijî hiqûqê û mudaxileyên li dijî hiqûqê dike. Ji bo ku serdozger tune bû me xwest bi wekîlê wî re hevdîtinê bikin lê daxwaza me nehate qebûlkirin. Wekîlê serdozgeriyê diyar kir ku têkildarî bêhiqûqiya li ber deriyê edliyeyê tê kirin tiştekê nake. Me têkildarî bêhiqûqiyê, kesên ferman dane û ferman pêk anîne de girtek girt. Muwekîlên me hatin derbkirin.”   GILÎ KIRIN   Ozbîngol, diyar kir ku têkildarî dosyaya nexweşxaneyê ya 3 ferdên malbata Şenyaşar hatiye qetilkirin de biryara nepeniyê berdewam dike û wiha berdewam kir: “Di dosyayê de fikarên me zêde dibin. Em ê heta dawî li cem têkoşîna malbatê bin. Ev bêhiqûqî ne bêhiqûqiyeke ku were domandin e. Daxwazên edaletê nikare bi bariyeran were dorpêçkirin. Ev têkoşîn nikare were astengkirin. Piştî daxuyaniyê em ê serî li dozgerên berpirsyar bidin û gilî bikin.”   Parêzer piştî daxuyaniyê bi Ferît Şenyaşar re ji bo giliya kesên bi awayekî bêhiqûqî mudaxile li nobetê kirin, kes an kesên fermana mudaxileyê dan bikin, ketin avahiya edliyeyê.    Emîne Şenyaşar, nobeta xwe ya li ber bariyeran didomîne.