Altûnişik ê di 44 saliya xwe de hatibû girtin piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2022-10-07 17:18:52   AMED -  Salîh Altûnişik ku cezayê muebedê lê hatibû birîn, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. Altûnişik, li ber Girtîgeha Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin.   Salîh Altûnişik ku di sala 1992'yan de li Êlihê hatibû girtin û cezayê muebedê lê hatibû birîn, piştî 30 salan ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê ya Hejmara 2'yan derket. Malbatê û endam û rêvebirên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Amedê li ber girtîgehê Işik pêşwazî kirin.    Malbata Altûnişik û xizmên wî tevî endam û rêveberên TUAY-DER û DBP'a Amedê, serê sibehê saet di 08.30'yî de çûn ber girtîgehê û li benda berdana wî man sekinî. Lê Işik saet di 16.40'î de hat berdan.    Gava Altûnişik ji deriyê girtîgehê derket kesên li ber girtîgehê li benda wî bûn, bi çepikan û tilîliyan ew pêşwazî kirin. Piştî pêşwazîkirin û xêrhatinê Işik tevî malbata xwe ber bi Êlihê ve bi rê ket.    Altûnişik di 44 saliya xwe de hatiye girtin, di 74 saliya xwe de hat berdan. Bi dorê di van girtîgehan de maye; Girtîgeha Amedê ya Tîpa E'yê, Girtîgeha Mîdyadê, Girtîgeha Êlihê, Girtîgeha Ordûyê, Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê, Girtîgeha Amedê ya Tipa T'yê û Girtîgeha Girtîgeha Amedê ya Tîpa F'yê ya Hejmara 2'yan.