ÎHD’ê li Amedê Nobeta Aştiyê da destpêkirin 2022-10-07 17:19:23   AMED - Şaxa ÎHD’a Amedê  bi mebesta hevrûbûna bi paşerojê re, bidawîkirina tundiyê û parastina azadiyan, bi dirûşmên "Em ji bo her kesî di nobetê de ne" û "aştî ji bo her kesî" dest bi "Nobeta Aştiyê" kir.     Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di 9'ê îlonê de dest bi "Nobeta Aştiyê" kiribûn. Di çarçoveya biryarê de Şaxa ÎHD'a Amedê li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin dest bi nobetê kir. Di Nobeta Aştiyê de bal kişandin ser girîngiya aştiyê. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Platforma Ked û Azadiyê û gelek kesên parêzvanên mafên mirovan tev li nobetê bûn. Li eywanê pankarta "Aştî ji bo her kesî" hatibû daliqandin.   'EV 40 SAL IN EM DAXWAZA AZADIYÊ DIKIN'   Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Afîfe Kartal da zanîn ku ev bi salan e ji bo aştiyê di nava hewldanan de ne û wiha got: "Dema em qala aştiyê dikin, ew destên xwe yên qirêjî dirêjî me dikin. Ev 40 sal in em daxwaza aştiyê dikin. Em bi daxwaza aştiyê nêzî wan dibin lê ew bi kuştin û tundiyê bersivê didin me. Em vê yekê qebûl nakin. Bi qasî ku em sax bin, dê dev ji lêgerîna edaletê bernedin û li ber xwe bidin. Ji bo hemû jinên hatine qetilkirin em dibêjin, jin, jiyan, azadî."    Piştre jî Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn daxuyanî xwend. Zeytûn, da zanîn ku ji bo bidawîkirina polîtîkaya tundiyê, çareserkirina pirsgirêka kurd, ji bo maf û azadiyan dest bi nobetê kirine û wiha domand: "Piştî tebaxa 2015'an, pêvajoyeke giran a tundî û şer dest pê kir. Di vê pêvajoyê de polîtîkayên dijberiyê û tund ê desthilatdaran hîn kûrtir bûn. Ji ber sepanên pergala otorîter, ji ewil ne aştî lê tundî tê nîqaşkirin."    Bi domdarî Zeytûn ev tişt anî ziman: "Em dixwazin pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyeyê bên çareserkirin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gav bên avêtin. Parastina aştiyê, ji bo mijareke jêveneger e. Bi vê wesîleyê em careke din bang li kesên di avakirina aştiyê biisrar, kesên aştîxwaz û kesên wekhevî û edaletê diparêzin dikin ku seknekî hevpar nîşan bidin."    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî aştî” bi dawî bû.