Rêveberiya Xweser a Şengalê: Êzidî li hemberî Peymana Cotmehê li ber xwe didin 2022-10-08 09:02:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hûseyin diyar kir ku li dijî Peymana 9'ê Cotmehê li ber xwe didin û wiha got: "Ji ber ku nikarin vê peymanê pêk bînin ji hewayê ve êrîş dikin. Em xwediyê vê axê ne, em ê wê biparêzin. Ne em li ser serê kesekî dibin desthilatdar ne jî em dibin koleyê kesekî."   Civaka Êzidî di sala 2014’an de di êrişên DAIŞ'ê de, bi fermana 74'an re rû bi rû mabûn û di vê fermanê de bi sedan kes hatibûn qetilkirin û gelek ji wan jî di bazarên koleyan de hatibûnn firotin. Lê piştî fermanê êzidiyan xwe birêxistin kir, meclîsên xwe yên xweser ava kirin û hêzên xwe yên leşkerî perwerde kirin. Lê belê PDK'ê ku di dema fermanê de pişta xwe da civaka êzidî û reviya, bi peymana 9’ê Cotmeha 2021’ê careke din xwest ku civakê bi qirkirinekê rû bi rû bihêle. Peymana ku bi tu awayî vîn û îradeya civaka êzidî di xwe de nahewîne bi piştgiriya Netewên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê di navbera PDK’ê û hikumeta Îraqê de hat îmzekirin. Li gel îmzekirina peymanê êzidî daketin qadan û nerazîbûnên xwe yên li dijî peymanê aşkere kirin. Lê bi îmzekirina peymanê xetereya li heremê dest pê kir û luv û tevger zêde bûn. Piştre ji aliyê hêzên Îraqê ve di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîwarekî bi dirêjahiya 250 kîlometre, bilindahiya xwe 3 metre û bi qalindahiya xwe 75 santîmetre hat lêkirin. Li gel van geşedanan êrişên Tirkiyeyê jî li ser herêmê zêde bûn. Hikûmeta Îraqê û hikûmeta heremî ku di pêkanîna peymanê de bi israr kirin, piştgirî dan Tirkiyeyê. Tirkiyeyê jî di nava 2 salan de herî kêm 21 caran bi SÎHA'yan êrîş bir ser Şengalê. Di van êrîşên hewayî de bi giştî 16 kesî jiyana xwe ji dest da.    Cîgirê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hûseyin, der barê armancên peymanê re ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.   BERXWEDANA LI HEMBERÎ PEYMANÊ   Huseyîn anî ziman ku peyman li dijî tunekirina civaka êzidî hatiye îmzekirin û bal kişand ser berxwedana li hemberî êrişan. Huseyîn wiha axivî: "Ew kesên ku di sala 2014’an de civaka êzidî qir kirin û ew kesên ku ev peyman îmze kirin, heman kes bûn. Ji ber wê jî pêdivî pê ditin ku li hemberî vê civakê tifaqeke wiha pêk bînin. Hin hêzên wekî Tirkiyeyê jî li pişt perdeyê piştgirî didan vê tifaqê. Em ne li dijî tifaqan e. Lê belê ev tifaq, ne ji bo berjewendiyên civaka êzidî bû. Ev tifaq, li dijî civaka êzidî û pêkhateyên li Şengalê bûn. Kesên ku tiliya wan di kuştina êzidiyan de heye û kesên ku bibûn sedem ku êzidî rastî qirkirinekê bên, dixwestin ku êzidî careke din bêparastin bimînin û rastî heman qirkirinê bimînin. Nefesek di nava Rojava û Şengalê de hebû, lê bi vê tifaqê xwestin ku ew nefes jî bê qutkirin. Ev peyman, xal bi xal li dijî vê civakê bû. Divê tifaqek jî bêyî civaka êzidî pêk neyê. Divê tu kes bêyî şengaliyan li ser Şengalê tifaqan çêneke. Êzidiyan singa xwe kir mertal û axa Îraqê û Şengalê parastin û hê jî diparêzin. Ji ber wê jî, heya şengalî erê nekin divê tu tifaq neyên çêkirin. Berovajî vê, tu agahiya civaka êzidî ji vê tifaqê tune bû. Di nava vê tifaqê de cihê xwe negirtibû. Ji ber wê jî di van 2 salan de jin, ciwan, piremêr, zarok û hemû êzidî bênavber li hemberî vê tifaqê li ber xwe dan. Ji ber wê jî heya niha nikarin peymana 9'ê Cotmehê tam pêk bînin."   'NIKARIN PEYMANÊ PÊK BÎNIN JI HEWAYÎ ÊRIŞ DIKIN'   Huseyîn bi lêv kir kir ku li gel îmzekirina peymanê di hemû êrîşan de pêşengên civaka êzidî hedef hatine girtin û wiha domand: "Gelek êrîş li ser civaka me pêk hatin. Gelek qehreman di êrîşên dewleta tirk de hedef hatin girtin. Di van 2 salan de hem êrîşên hewayî pêk hatin hem jî yên bejahî pêk hatin. Di wan êrişan de Seîd Hesen Seîd hedef hat girtin. Her wiha Merwan Bedel û hwd. gelek pêşeng hedef hatin nîşandin. Ji ber ku nikarîn vê peymanê pêk bînin, ji hewayê ve êrîş dikin. Civaka êzidî hê jî bi qirkirinê re rû bi rû ye û hê ji wê komkujiyê xelas nebûye. Hin berpirsên Îraqê yên ku di nava artêşa Îraqê de cih digirin danûstandinên wan bi hin hêzên derve re hebûn ku bûne sedema alozî û nakokiyê li Şengalê. Lê diviyabû tiştekî wiha çênebûya û pişt nedana civaka êzidî. Tu dijbertiya me bi Îraqê re nîn e. Lê em dixwazin xweser bin. Heger dilsoz bin, divê amadekariyê bikin ku Osmanî axa Îraqê careke din dagir nekin."   'PKK, BI HAWARA ME DE HAT'   Huseyîn diyar kir ku hêzên ku peyman îmzekirine dixwazin li Şengalê bibin cihê aloziyan û got ku heya peyman nehatibû çêkirin li Îraqê tu der ji Şengalê aramtir tune bû. Huseyîn destnîşan kir ku civaka êzidî kesên ku pişta xwe dane wan naxwaze û got ku Îraq ber bi sê perçebûyinê ve diçe.    Huseyîn axaftina xwe wiha domand: "Hêzên siyasî yên li Îraqê di navbera xwe de nabin tifaq. Lê di vê pergalê de kesek nabêje ku bila her tişt ê min be û ê din nebe. Her kes dixwaze xwe bi rê ve bibe. Em jî beşek ji wan in. Hêzên desthilatdar êdî dibînin ku civakbûyin ji van nakokiyan xelas bibe, êdî di bin desthilatdariya wan de namînin. Ji ber wê jî êrîş dikin û dixwazin nakokiyan çêbikin. Me wekî PKK'ê bi nav dikin. Rêza me ji PKK'ê re heye. Dema ku di 2014'an de xencerek li pişta vê civakê ket, HPG û YJA STAR ji serê çiya hatin û ev zarok rizgar kirin. Ji bo me qenciyeke mezin e û em vê qenciyê tu carî jibîr nakin. Lê dema ku me PKK nas nekiribû jî me dixwest, em xwe bi rê ve bibin. Çimkî êdî baweriya me bi tu hêzan nemabû. Em bi 74 fermanan re rû bi rû man. Hemû kesên ku êrîş kirine jî xwestine civakê tune bikin. Ji ber wê jî êdî civaka êzidî dixwaze, ew xwe bi rê ve bibe. Çavê me ne li kursiya tu kesî ye. Em tenê dixwazin xweser bin. Berxwedana wê tê dayin. Ji ber ku mafê her kesî ye ku xwe biparêze."   'DÎROK DÊ HESAB BIPIRSE'   Azad Huseyîn da zanîn ku di dîrokê de heta niha PDK li dijî civaka êzidî dijminatî kiriye û wiha got: "Divê hemû pêkhatiyên Şengalê di nava xwe de bibin tifaq. Divê em bibin tifaq ku êdî Şengal nebe pêlîstoka hin amûrên siyasî. Tifaqa me hebe, em ê bikaribin pêşiya her tiştî bigirin. Ji fermanê heta niha PDK'ê gelek caran hewl daye pişta vê civakê bişikîne. Gelek caran zirar daye vê civakê. Dîrok wê hesab bipirse."   BANGAWAZÎ   Huseyîn bang li kesên ku bi PDK'ê re dixebitin jî kir ku divê dest ji vê "xiyaneta" ku vê civakê perçe dike berdin û wiha got: "Divê êdî xwe nas bikin. Dema Saddam çû ji 7 saliyan heta 70 saliyan her kesî digot, 'Saddam çû birayên me hatin.' Lê wisa nebû. Ê ku xiyanet li me kirin birayên me bûn."    'EM NE DIBIN DESTHILATDAR NE JÎ DIBIN KOLEYÊN KESEKÎ'   Huseyîn anî ziman ku li dijî êrîşan tişta herî pêwîst tifaqa pêkhatên Şengalê û civaka êzidî û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Dixwestin jinên êzidî qels bikin. Lê ji xweliya fermanê hêza YJŞ'ê ava bû. Jin li Şengalê bûne xwedî hêz û di her qadên jiyanê de cihê xwe girtine. Em dixwazin bi awayekî xweser bijin. Em dixwazin hêzên me yên leşkerî me biparêzin. Li şûna ku kesek ji Dihokê bê û bibe qeymaqamê Şengalê, bila şengalî bixwe bibin qeymeqam. Heger pergala Netewa Demokratîk esas bigirin, wê aloziyên îro li Îraqê rû didin jî çareser bibin. Em nabêjin bila tenê êzidî di vê pergalê de bin. Her kes dikare cihê xwe di vê pergalê de bigire. Şengal cihekî stratejîk e. Ji ber wê hin hêz dixwazin hiyva xwe ya şiî çêbikin, hin dixwazin xeta herirî çêbikin. Her kes ji bo xwe difikire. Lê Şengal ya Şengaliyan e. Heta niha negihîştine armanca xwe. Şengalê tu carî serê xwe netewandiye. Em xwediyê vê axê ne û em ê tu caran nehêlin ku kesên zirar didin vê axê bikevin Şengalê. Em naxwazin wekî berê di bin dethilatdariya hin kesan de bijin. Ne em li ser serê kesekî dibin desthilatdar ne jî em dibin koleyê kesekî. Em dixwazin xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Banga me ji bo civaka êzidî ew e ku divê bi tifaq bin. Dijmin dixwaze me perçe bike. Lê divê em tifaqa xwe ava bikin û bi hev re têbikoşin."   Piştî peymana 9'ê cotmehê, di nava 2 salan de, cihên ku hatine bombaran ev in:   *Tirkiyeyê di 15’ê Çileya 2020’an de li gundê Dîgurê yê bajaroka Sinûnê ya Şengalê êrîşeke hewayî pêk anî.   *Di 30’yê Hezîrana 2021’ê de Balafirên Bêmirov ên Çekdar ên Tirk (SÎHA) derdora Kampa Serdeşt a Çiyayê Şengalê bombebaran kirin.    *Di 1’ê Tîrmeha 2021’ê de SÎHA'yên Tirkiyeyê li nêzî Wargeha Şehîd Nazê ya li Çiyayê Şengalê wesayîteke sivîlan hedef girtin. Di êrîşê de kuştî û birîndar çênebûn.   *Di 16’ê Tebaxa 2021’ê de li navenda Şengalê li ser Bazara Kevin a Şengalê êrîşek pêk hat. Di êrişê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.   *Di 2’yê Îlona 2021’ê de balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Barê yê Şengalê bombebaran kirin.   *Di 8’ê Mijdara 2020’an de gundê Barê yê navçeya Xanesorê ya Şengalê bi SÎHA'yan hat bombebarankirin. Di bombebaranê kesekî jiyana xwe ji dest da.   *Di 7’ê Kanûna 2021’ê de li navçeya Xanesorê ya Şengalê SÎHA’yên Tirkiyeyê li dijî wesayîtekê êrîşek pêk anîn. Di êrîşê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da.   *Di 11’ê Kanûna 2021’ê de balafirên şer ên Tirkiyeyê Meclîsa Gel a Xanesorê bombebaran kirin.   *Di 19’ê Nîsana 2022’yan de artêşa Îraqê êrîşî noqteyên YBŞ û YJŞ’ê yên li herêma Geliyê Şîlo û gundê Sikêniyeyê kirin.   *Di 15’ê Hezîrana 2022’yan de SÎHA'yên artêşa Tirkiyeyê baregeha YBŞ'ê ya Şengalê bombebaran kirin û di êrîşê de 6 endamên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan.   *Di 15'ê Hezîrana 2022'yan de avahiya Meclîsa Gel a Sînûnê bi SÎHA'yan hedef hat girtin. Di êrişê de qirtasiyeyek a li bazarê bû hedefa êrîşên SÎHA'yan. Xwediyê dikanê Xidir Şivan Naso û neviyê wî Salih Xidir Naso jiyana xwe ji dest dan û 6 kes jî bi giranî birîndar bûn.   *Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de SÎHA’yên Tirkiyeyê li gundê Behrewa yê Şengalê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn.   *Di 11’ê Îlona 2022’yan de li gundê Behrewa yê Xanesorê ya Şengalê wesayîtek ji aliyê SÎHA’yên Tirkiyeyê ve 2 caran hat bombaran kirin.   *Bajarokê Sinûnê yê Şengalê ji aliyê SÎHA'yên Tirkiyeyê ve 2 caran hatin bombebarankirin.   * Di 23’yê Îlona 2022’yan de SÎHA’yeke Tirkiyeyê êrîşî navenda bajaroka Til Izêr a Şengalê kir. Di bombebaranê de de malek xisar dît.   *Di 21’ê Çileya 2022'yan de li herêma Geliyê Şîlo ya Şengalê di êrîşa SÎHA’yên Tirkiyeyê de 2 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 2 jê jî birîndar bûn.   *Di 18’ê Nîsana 2022’an de artêşa Îraqê êrîşî noqteyên Asayîşa Êzidxanê yên li navçeya Dîgurê ya Şengalê kir.   *Di 2’yê Gulana 2022’yan de di navbera hêzên artêşa Îraqê yên ku dixwestin Şengalê dorpêç bikin û Asayîşa Êzidxanê de pevçûnek rû da.    * Di 2’yê Sibata 2022'yan de artêşa Îraqê êrîşeke berfireh bir ser Şengalê û li bajaroka Dîgurê dibistanek bombe kir. Dibistan wêran bûye.