Rojnameger Ozdemîr: Çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya şerê taybet girtiye ser xwe 2022-10-08 09:11:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku çapemeniya şerê taybet a PDK'ê senaryoyên şerê taybet pêk tîne û wiha got: "Nagihan Akarsel wekî welatiyeke tirk hesibandin. Ji ber ku gelê kurd layiqî vê nasnameyê dibînin. Rola ku jê re hatiye dayîn li ser vê bingehê ye. Ew vê rola xwe jî baş bi cih tînin.”   Di encama suîqestên salên dawî yên li Herêma Federal a Kurdistana de 4 siyasetmedarên kurd hatin qetilkirin. Herî dawî jî Edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel li Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe di êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin. Çapemeniya PDK'ê ya Rûdawê, nûçeya kuştina Akarsel bi awayê "Li Silêmaniyê jineke ku welatiya Tirkiyeyê di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin" serwîs kir. Rojnameger Mervan Ozdemîr, rol û mîsyona çapemeniya PDK'ê ya li herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   'SENARYOYA MEDYAYA ŞERÊ TAYBET PÊK TÎNE'   Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku çapemeniya PDK'ê rola çapemeniya taybet a şer girtiye ser xwe û wiha got: "Em dibînin ku PDK, rasterast berpirsyarên hemû geşedanên li herêmên Kurdistanê ye. Em şahidiyê dikin ku di vê mijarê de xwedî rol e. Bi taybetî ji nîvê nîsana 2022’yan û vir ve em dibînin ku PDK di êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de her tim li kêleka dewleta tirk rawestiyaye. Di van mijaran de em dibînin ku dewleta tirk ji bo ku xwezaya Kurdistanê tune bike û ji bo ku  rê veke, daran qir dike. Medyaya wê jî yek ji lingên şer ên herî girîng ên vê rolê ne. Em dibînin ku ew her diçe nêzî medyaya şerê taybet dibe û wê telîda dike ku ev bi taybetî ji bo gelê kurd hatiye pêşxistin û nasnameya gelê kurd dixe bin lingan. Wekî ku tê zanîn herî dawî çapemeniya PDK’ê ragihandibû ku gelek maskeyên ji bo gerîla hatine şandin hatine desteserkirin. Em bi awayekî zelal dibînin ku çapemeniya PDK'ê çi ye. Em dizanin ku medyaya PDK'ê çi ye, ji ber ku jina kurd a şoreşger a mezin Nagihan Akarselê wekî hemwelatiya Tirkiyeyê pêşkêş dike. Medyaya PDK'ê jî bi dildarî di êrişên li dijî gelê kurd de bi xîreteke mezin rol girtiye. Û hewl dide vê rola xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê xwedî mîsyoneke ku îro têkoşîna gelê kurd manîpule dike. Hewl dide vê peywira xwe bi cih bîne. Em dibînin ku li dijî tevgera azadiya kurd e, li dijî tevgera jinên kurd e. Çapemeniya PDK'ê rasterast medyaya dewleta tirkî texlîd dike."    'BI LAYIQÎ BI CIH TÎNE'   Ozdemîr anî ziman ku çapemeniya PDK'ê li gorî talîmatên polîtîkayên şerê taybet weşanê dike û wiha domand: "Pêşeng û şoreşgera tevgera jinên kurd Nagihan Akarsel, li bajarê Silêmaniyê ku yek ji mezintirîn bajarên Kurdistanê ye hat qetilkirin. Li kolana herî qelebalix a Silêmaniyeyê şehîd ket. Piştî şehadeta wê di peyamên ji çar aliyên cîhanê ve hatine dayin de me fêm kir ku Nagihan Akarsel kî ye û çi ye. Nagihan Akarsel jineke kurd bû û xwedî nasname bû. Lê ya herî girîng jî rojnamevan bû. Em wekî xebatkarên çapemeniya azad soz didin Nagîhan Akarselê ku em ê xebatên wê ji cihê mayî heta dawiyê bidomînin. Nagihan, xwedî nasnameyeke şoreşger bû û ji ber wê nawêrin behsa wê bikin. Nawêrin wê wekî şoreşgerekê bidin der. Ev nasname nasnameya jina kurd a berxwedêr bû, nasnameya jina kurd a şoreşger bû. Ji ber vê yekê ew nasnameyek bû ku PDK ne dikaribû wê bi nasnameya wê bide der ne jî cesaret dikir ku bilêv bike. Ji ber vê yekê dema em rastiya PDK'ê dibînin em fêm dikin ku çima wisa weşandine. PDK bi vî rengî nasnameya kurdayetiyê ji bo gelê kurd pir zêde dibîne. Ji ber vê sedemê Nagihan Akarselê wekî hemwelatiya Tirkiyeyê da nasîn. Ji ber ku gelê kurd layiqî vê nasnameyê dibîne. Rola ku jê re hatiye dayîn li ser vê bingehê ye. Ew jî vê rola xwe bi layiqî bi cih tîne.”   'WEŞANA POLÎTÎKAYÊN ÎMHA Û ÎNKARÊ DIKE'   Bi domdarî Ozdemîr destnîşan kir ku polîtîkaya weşangeriyê ya ku Kurdistanê tune dihesibîne demeke dirêj e tê meşandin û wiha bi dawî kir: "Ne ji dîrokê şerm dike ne jî ji gelê kurd ditirse. Ji ber vê yekê em matmayî namînin. Em dibînin ku çapemeniya PDK'ê di çarçoveya polîtîkayên îmha û înkara gelê kurd ên ji aliyê dewleta tirk ve hatiye destpêkirin bi awayekî zelal dest bi weşanê kiriye û dewam dike. Şerê ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li dijî gelê kurd daye destpêkirin, çapemeniya şerê taybet e. Îro em dibînin ku ev rol ji aliyê medyaya PDK'ê ve bi dildarî pêk tê. Em bûne şahidê gelek weşanên dewleta tirk ku gelê kurd tune hesibandiye. Em ne tenê di roja îro de, di dîrokê de jî bûne şahidê vê yekê. Di şerê li dijî gelê kurd de, ji Zîlan heta serhildana Agiriyê heta berxwedanên Şêx Seîd, me dît ku têkoşîna rewa, huner û nasnameya gelê kurd ji aliyê çapemeniya şerê taybet a dewleta tirk ve hatiye înkarkirin û manîpulekirin. Îro medyaya kurdî li Herêma Kurdistanê li ser siyaseta dewleta tirk weşanê dike. Nagihan Akarsel ne wekî şoreşgereke kurd, wekî welatiyeke tirk dide nîşandan. Ev êdî ji bo me ne sosret e. Bi vî awayî ew rola ku jê re hatiye dayîn bi cih tîne."