‘Tecrîda li Îmraliyê bi têkoşîna civakî dikare were rakirin’ 2022-10-08 09:51:29   STENBOL - Ji parêzerên OHD’ê Bulent Aşa diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya 24 salan êdî ketiye qonaxeke nû û wiha got: “Tecrîd, dikare bi têkoşîneke civakî were rakirin.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konak, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim, li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin. Zêdetirî 18 meh in tu agahî ji Ocalan û girtiyên din nayên girtin. Serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzer û malbatan bi hincetên weke “cezayên disiplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin. Ji bo ku rewşa agahîjênegirtinê ya li Îmraliyê bi dawî bibe û hevdîtin bên kirin, 775 endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û bi sedan parêzerên ji welatên Ewropa û Rojhilata Navîn serî li Wezareta Dadê dan. Lê belê wezaretê heta niha jî tu bersiveke erênî yan jî neyînî nedaye.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û endamê OHD’ê Bulent Aşa têkildarî pergala tecrîdê, astengkirina hevdîtinan û serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi ajansa me re axivî. Aşa, da zanîn ku komploya navneteweyî di şexsê Abdullah Ocalan de li dijî gelê kurd hatiye kirin û îro jî komplo bi awayên cuda didome. Aşa, rewşa heyî weke rêzebinpêkirinên hiqûqî û “Xelekên bêhiqûqiyê yên ser hev” pênase kir.    QANÛNA TAYBET A JI BO ABDULLAH OCALAN    Parêzer Aşa diyar kir ku bi pergala tecrîda li Îmraliyê re bêhiqûqiya li Tirkiyeyê derbasî qonaxeke din bûye û ev tişt anî ziman: “Êdî li seranserî civakê berbelav bû. Dema birêz Ocalan nû anîn Tirkiyeyê, parêzerên wî hêj parastin nekirin rastî êrişên fîzîkî hatin. Û di demekî kin de biryara îdamê dan. Her wiha wê demê cezayê îdamê rakirin û rejîmeke înfazê ya ku şertê kontrola edlî tê de tune hat avakirin. Ji bo birêz Ocalan, qanûneke taybet derxistin. Anku Tirkiyeyê pergala xwe ya hiqûqê, hiqûqa xwe ya ceza û înfazê li gorî Ocalan sererast kir. Ev 24 sal in qanûnên xwe nas nakin û bi hiqûqa navneteweyî nakin. Tirkiyeyê dixwaze di şexsê Ocalan de pirsgirêka kurd hîn bêhtir giran bike.”    LABORATUARA ‘BÊHIQÛQIYÊ’ YA LI ÎMRALIYÊ    Bi domdarî Aşa da zanîn ku Girava Îmraliyê ji bo bicihanîna hinek polîtîkayan weke “laboratuarê” tê bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêhiqûqiyê li Îmraliyê di serî de li girtîgehan û piştre li temamiya Tirkiyeyê tên belavkirin. Rewşa tecrîdê ya li giravê, niha li seranserî civakê belav bûye. Di pergala înfazê de qewlekî wisa nebû ku dema parêzer bi miwekîlê xwe re hevdîtinê dike kesekê din jî hebe. Her wiha hevdîtin nedihatin qeydkirin. Di qanûnan de sepaneke wiha nebû. Lê bi KHK’ên piştî hewldana darbeyê ya 2016’an ve êdî ji vê rewşê re bingeheke qanûnî amade kirin. Her wiha bisînorkirina parêzeran nebû. Ev pêvajo, bi Ocalan re dest pê kir. Heta navberekê dema Ocalan volta diavêt jî dikirin sedema cezayê disiplînê. Her wiha mafê sihbetê binpê kirin, rojname nehatin dayîn hwd. Ev sepan niha li seranserî girtîgehan berbelav bû.”    SERDANA DERENGMAYÎ YA CPT’Ê    Di berdewamê de Aşa bal kişand ser rewşa agahînegirtinê ya 18 mehan a ji Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir: “Serdana CPT’ê, serdaneke derenmayî bû. Di rapor xwe ya herî dawî de qebûl kiribû ku qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re îşkence ye. Ji Tirkiyeyê xwestibû ku vê mijarê sererast bike. Lê Tirkiyeyê tu gav neavêtin. Tevî vê biryarê jî ev demekî dirêj e ji Ocalan tu agahî nayên girtin. Em nizanin bê ka li giravê çi diqewime. Her wiha serdana CPT’ê girîng e. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, hewcehî bi têkoşîneke civakî heye. Di vê mijarê de berpirsyariya herî mezin dikeve ser saziyên mafên mirovan û baroyan. Ev peywira wan a herî sereke ye. Divê hemû baro ji bo vê mijarê serî li wezaretê bidin. Di dawiya dawî de parastina mafên mirovan, peywira baroyan e. Heke bertek zêde bibin, dê ev hiqûqî jî bêhtir teşhîr bibe û tecrîd ji holê rabe.”    MA / Ergîn Çaglar