Tirkiye li Serêkaniyê û Girê Spî sûcên li dijî mirovahiyê dike 2022-10-08 11:44:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Di nava 3 salên dagirkeriyê yên li Serêkaniyê û Girê Spî de Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê gelek sûcên li dijî mirovahiyê yên weke girtin, revandin, tecawizkirin, koçberkirin, guherandina demografyayê û hwd. kirin. Ji ber bêdengiya qada navneteweyî, êdî ev sûcên li dijî mirovahiyê bûne bûyerên jirêzê.    Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê 3 sal berê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir kirin. Bi dagirkirina bajaran re li her du bajaran sûcên li dijî mirovahiyê yên weke revandin, girtin, qetilkirin, tecawiz, guherandina demografyayê û dizî derketin lûtkeyê. Tirkiyeyê, herêmên navborî veguherand baregehên hêzên paramîlîter û vê jî bi xwe re rûxandin, bêewlehî û krîz anî. Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, di encama êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de heta niha 429 welatî hatin qetilkirin û birîndarkirin.    SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   Ji ber bêdengiya qada navneteweyî, sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmên navborî tên kirin êdî bûne bûyerên ji rêzê. Her wiha xelkê herêmê bi darê zorê tê koçberkirin û DAIŞ’î li şûna wan tên bicihkirin. Di encama zext û êrişan de zêdetirî 100 hezar malbatên ji Girê Spî neçar man ku koç bikin û niha li Reqa û Tebqayê di nava krîza aborî de dijîn. Ji bo hewandina penaberan, Rêveberiya Xweser li nêzî gundê Til El Sîmen ê li çoltarê Reqayê Kampa Penaberan a Girê Spî ava kir û niha li kampê 6 hezar û 450 kes dimînin.    GUHERANDINA DEMOGRAFYAYA HERÊMÊ   Li Serêkaniyê jî zêdetirî 200 hezar kes bi darê zorê hatin koçberkirin. Ji koçberên Serêkaniyê hinek jê li kampên Waşûkanî û Serêkaniyê yên li Hesekê hatin bicihkirin û yên din jî çûn cem xizmên xwe yên li Herêma Cizîrê. Genimê li depoyên Dehlîz, Sexrat û Şergirak ên Girê Spî, hat talankirin. Tirkiye ya ku li dijî xelkê herêmê polîtîkaya birçîkirinê dimeşîne, bi dehan dibistan girtin û veguherandin baregehên leşkerî. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) beriya niha belge kiribû ku Tirkiyeyê 6 hezar penaberên sûriyeyî şandine Kantona Girê Spî. Armanca ji vê jî ew e ku van penaberan li kampên ku bi alîkariya komeleyên Qeter û Çeçenan li rojavayê kantonê tên avakirin bi cih bikin. Zêdetirî 400 malbatên DAIŞ’î û 400 DAIŞ’iyên ıraqî li Serêkaniyê hatin bicihkirin.    TABLOYA SÛC    Li gorî rapora Weqfa Teazir a di navbera 9’ê cotmeh û tîrmeha 2022’yan; li Girê Spî 36 jê zarok û 64 jê jin, bi giştî 478 kes hatin revandin. Di heman raporê de tê gotin ku 293 bûyerên îşkenceyê li girtîgehan çêbûn û ji van 5 kes bi îşkenceyê hatin qetilkirin.    Li bajarokê Elî Bacliye yê li çoltarê Girê Spî, 9 rûspiyên eşîra Elbû Esafê hatin revandin. Yek ji kesên hatiye revandin jî nexweşê penceşêrê bû. Her wiha di dîrokên cuda de 15 jin hatin revandin. Li gorî agahiyan, ji jinên hatine revandin 9 jê ji gundê Hemam Tirkmen, 4 jê ji bajarokê Elî Bacliye û yek jî ji gundê Heweyceyê bû. Jinên hatine revandin, ji eşîrên Teyî, Elbû Esaf, El Meşhûr, Tobal û Bakîratê bûn.    Jin di qonaxên cuda de hatin revandin. 3 ji wan di 7'ê cotmeha 2021'an de ji bajarokê Hemam Tirkmenê hatin revandin ku navên wiha ne: “Şama Feysel El Ebdullah, Teyma Îbrahîm El Eswed û Xewla Yasîn El Mela.” Her wiha 2 jin jî di 25’ê tîrmeha heman salê de hatin revandin û ew jî Emîna El Hebîb a ji eşîra Teyî ya Ereb û ji bajarokê Silokê û ya din jî Ebîr Hisên El Îsa ya ji eşîra Elbû Esaf a ji bajarokê Tirkmenê bû.    Li gorî nûçeya ANHA’yê, çende sûcên din ên li herêmê hatine kirin wiha ne:    “*Di 10’ê tebaxa heman salê de, MÎT'ê û çeteyên wê Maya Xelef El Xelîl tevî zaroka wê ya 40 rojî ya ji eşîra El Bakîrat û Rewda Ebid El Ehmed a ji eşîra El Tobal revandin. Piştî wê jî di îlonê de artêşa tirk û hêzên wê yên paramîlîter 4 jinên ji bajarokê Elî Baceliye yên bi navên Zelxa El Hisên a ji eşîra El Ehwes, Fatme El Kiûd a ji eşîra Cês û Ewş Ehmed El Iwêd a ji eşîra Elbû Esaf.   * Di îlona par de li bajarokê Silokê 3 jinên ku li benda dora xwe ya derbasbûna klînîka bijîşkekî ji bajarokê, bi wesayîtekê hatin revandin. Ji wan jinan Seher Mihemed El Xelûf a ji eşîra El Mûradat a Hemam Tirkmen a kantona dagirkirî hate naskirin.   * Di 1'ê cotmeha heman salê de MÎT'ê jina bi navê Kefa El Erîf a ji gundê Hewêceyê tevî zarokê wê, hevjîn û bavê wê revandin. Ev bûyera duyemîn e ku jinek tevî pitika xwe tê revandin.   * Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê jî di bîlançoyekê de ku dawiya par amade kiribû, hezar û 614 gilî li ser desteserkirina xaniyên herêmên Serêkaniyê û Girê Spî tomar kiribûn. Her wiha hezar û 243 gilî li ser dizîna kel û pelên xaniyan, 18 gilî li ser desteserkirina kargehên pîşesazî, 190 gilî li ser talankirina dikanan, 99 gilî li ser desteserkirina zeviyan û cihên mirîşkan, 326 gilî li ser desteserkirina amûrên veguhestinê û giliyên li ser desteserkirina rûberek ji 51 hezar û 463 donim erdê çandiniyê tomar kiribûn.   * Li herêmên dagirkirî dem bi dem di navbera hêzên paramîlîter de teqîn, şer û pevçûnên navxweyî çêdibin. Di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin û ziyanên madî digihêjin malên wan.   * Her wiha hêzên paramîlîter di 3’yê cotmeha sala 2021’an de li pêşiya Firneya El Humsî ya Girê Spî gule reşandin û di encamê de 3 welatiyên di dora kirîna nan de birîndar bûn.    * Di 30’ê hezîrana îsal de 2 endamên hêzên paramîlîter dema bi motorsîklêtê diçûn Taxa El Ebra ya Serêkaniyê, zêringirê bi navê Hemade El Berhawî li ber deriyê mala wî kuştin û çenteyeke tije û pereyên di destên wî de dizîn û çûn.    * Her wiha di 2’yê tîrmeha îsal de koma paramîlîter a ‘Firqeya El Hemze’ li Serêkaniyê bi hinceta ku ciwanê bi navê Hemîd Hamid El Xilêf qebûl nekir ku ‘qeşaşîrê’ bêpere bide, gulebaran kirin. Vê jî rê li ber bertekên mezin vekir.   * Li bajarê Serêkaniyê jî bûyera qetilkirina zarokê iraqî Yasîn Reed El Mehmûd rastî bertekên tund hat. Zarokê navborî ji hêla endamên hêzên paramîlîter ên ‘Siqûr El Şemal’ ve hatibû revandin. Zarok, rastî îşkenceyê hatibû, destdirêjî lê hatibû kirin û di 15’ê îlonê de hatibû qetilkirin.    * Hêzên paramîlîter di 5’ê cotmehê de zarokekê ji bajarê Derayê ku ber bi Serêkaniyê ve hatibû sirgûnkirin revandin û ji bo berdanê 20 hezar dolar ji malbata wî xwestin.    * Di encama êrişên dewleta tirk ê li dijî Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî, 27 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 77 welatî birîndar bûn. Di êrişan de ji heman malbatê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Hinek gundên rastî komkujiyê hatin ev bûn; ‘El Sefawiye, El Hedriyat, Dibis, Siweyd û mezreya Qirtac ên gundewarê navçeya Eyn Îsayê.’   * Her wiha li Girê Spî 113 malên wêranbûyî hatin belgekirin. Piştî hedefgirtina yekser, wêrankirina malan û şewitandina zeviyên çandiniyê, şêniyên gundên Seyda, Mielek, Hoşan, Sewan û Erîda koçber bûn.    * Li herêmên navborî her çend ku gelek sûcên din ên li dijî mirovahiyê hatibin kirin jî, piraniya wan nehatine belgekirin. Sedema vê ya herî mezin jî bêdengiya hêzên navneteweyî ye.”