Xizmên Windakiriyan aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn 2022-10-08 13:16:23   AMED -  Xizmên Windakiriyan ên Amedê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez pirsîn ku di sala 1994'an de li Dêrsimê ji aliyê leşkeran hatibû revandin û windakirin.    Xizmên Windakiriyan ên Amedê û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 713'an a çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê hatin gelhev. Xizmên Windakiriyan û endam û rêveberên Şaxa ÎHD’a Amedê di çalakiyê de amade bûn. Girseyê wêneyên kesên ku hatine windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez hat pirsîn ku di 14’e cotmeha sala 1994’an de li navçeya Xozat a Dêrsîmê hatibû revandin û windakirin.    LEŞKERAN JI MALÊ DERXISTIN Û REVANDIN   Çîroka Nazim Gulmez ji aliyê Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Jiyan Ormanli ve hat xwendin. Ormanli, Bi lêv kir ku Gulmez dema hatiye windakirin, 61 salî û bavê 9 zarokan bû. Bi domdarî Ormanli anî ziman ku Gulmez debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikir û serpêhatiya wî wiha vegot: “Di 13’e cotmeha sala 1994’an de leşkerên Tugaya Herêma Alî Bogazi li gundê wan Taşitliyê dest bi êrişê kirin. Di êrişe de keyayê gund û şeniyekî gund hatin binçavkirin û ber bi êvarê ve hatin berdan. Du roj piştî bûyerê di 15’ê cotmehê de, leşkeran dîsa erişî gund kirin. Di êrişê de bi ser gelek malan de girtin û piştre xaniyên şêniyan şewitandin. Leşkeran, Gulmez jî ji malê derxistin û bi hinceta ku rêberiyê jê re bike bi xwe re birin. Nazim Gulmez û keyayê gund li ber çavên şeniyên gund neçar dimînin ku bi leşkeran re biçin. Ji wê rojê û şûnde êdî tu agahî ji Gulmez nehatin girtin.”    TEVÎ EW QAS SALAN JÎ ENCAMEK NEHAT GIRTIN   Di berdewamê de Ormanli da zanîn ku hevjîna Gulmez aqûbeta hevjîne xwe ji serbazê leşkeran dipirse û wiha pê de çû: “Serbazê lêşkeran jê re dibêjê, ‘Heta demekî bi me re man û piştre jî me berdan. Em jî niha li wan digerin.’ Piştî vê gotinê jî hevjîna Gulmez serî li Serdozgeriya Xozatê da. Serdozgeriya Hozatê der barê serlêdanê de biryara ‘bêpeywiriyê’ da. Piştî vê biryarê jî hevjîna Gulmez serî li Serdozgeriya Leşkerî ya Xarpêtê da. Lê tu encam ji dosyayê derneketin. Serdozgeriya leşkerî agahiyê dide malbatê ku dosya şandine Dadgeha Ewlekariya Neteweyî (DGM) a Meletiyê. DGM’a Meletiyê jî bi hinceta ku dosya nakeve ber berpirsyariya wan, dîsa li Serdozgeriya Xozatê vegerand. Malbata Gulmez ku bi rêyên hiqûqî tu encam bi dest nexistin, di 26’ê adara sala 2016’an de bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME’yê jî bi hinceta ku di dosyayê de li gorî sînorê dema 6 mehan nehatiye tevgerîn, dosya qebûl nekir."    Piştî daxuyaniyê, girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û çalakiya xwe bi dawî kir.