Tecrîda li Îmraliyê di rojeva Meclisa Tirkiyeyê de ye 2022-10-08 15:41:03   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xist rojeva Meclisa Tirkiyeyê û sedema redkirina serlêdanan pirsiya.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan, ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin, bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglû bibersivîne, pêşnûmepirsek da TBMM’ê.    Muazzez Orhan, di pêşnûmepirsa xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan ev 23 sal in di girtîgehê de di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin û wiha got: “Ji sala 2011’an heta sala 2019’an Ocalan nekarî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Di sala 2019’an heta hilbijartinên herêmî yên Stenbolê jî karî 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev hevdîtin, bi awayekî keyfî hatin astengkirin. Ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî heman binpêkirin hene. Mafên wan ên hevdîtin, serdan, spor û egzersîzên derve tên binpêkirin. Di raporên CPT’yê de jî ev rewş hatiye  tespîtkirin lê tecrîda heyî hêj didome.”   BIRYARÊN EKBK Û DMME’YÊ BI BÎR XIST   Di berdewamê de hat bibîrxistin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji ber muebbeta giran heta niha 4 caran Tirkiye mehkûm kiriye û wiha hat gotin: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (EKBK) têkildarî birêz Abdullah Ocalan ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, ji bo ‘mafê hêviyê’ ji Tirkiyeyê xwest heta dawiya meha îlonê aşkera bike bê ka çi gav avêtine.”   Orhan, ev pirs ji Bozdag û Çavuşoglû kirin:    “*Gelo li gorî we tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane, pirsgirêke yan na?    *Gelo tecrîda li ser Girtîgeha Îmraliyê li dijî Makeqanûn û hiqûqa navneteweyî ye yan na û hûn dê derheqê vê mijarê de lêpirsînekê bidin destpêkirin? Ji bo bidawîkirina tecrîda derhiqûqî dê xebateke we hebe?    *Parêzer û malbata Ocalan herî dawî kengî bi Ocalan re hevdîtin kiriye? Çi sedemên hiqûqî hene ku hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan re tê astengkirin?    *Gelo haya we jê heye ku astengkirina hevdîtina parêzer û malbatên Ocalan binpêkirina xala 17’emîn a Makeqanûnê û xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye? Ji bo bidawîkirina vê binpêkirinê gelo hûn dê li gorî hiqûqê gav biavêjin an na?   *Ji bo destnîşankirina dema girtiyên muebbeta giran a li girtîgahan di çarçoveya hiqûqê de û pêşîlêgirtina binpêkirinên mafan, dê hewldaneke we çê bibe yan na?    *Heke Tirkiye dewleta hiqûqê be, wê demê ji bo rakirina tecrîda derhiqûqî dê hewldaneke we dest pê bike yan na?    *Li seranserî cîhanê li çend welatan cezayê muebbeta giran heye û ji sala 2022’yan ve li çend welatan ev ceza hatiye înfazkirin?    *Li Tirkiyeyê li çend kesan cezayê muebbeta giran hatiye birîn? Ji van çend kesan ser 20 salan re li girtîgehê ma ne? Ji van kesan çendan jê zêdetirî 20 salan man e? Rewşa wan a kalbûn, astengdarî û nexweşiyê çi ye?    *Ji kesên muebbeta giran lê hatiye birîn, çend kes ji kîjan herêman e? Tê gotin ku cezaya behsa xeberê gelemperî li kurdan tê birîn, gelo di vê mijarê de xebateke we ya fermî heye?    *DMME’yê di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de xwestibû ku heta dawiya îlona 2022’yan agahiyan bide. Gelo we di vê çarçoveyê de tu agahî şandine?    *Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê û Miameleya Dermirovî û Biçûkxistinê (CPT) ya girêdayî Konseya Ewropayê (KE) ji sala 1999-2022’yan de çend caran çûye Girtîgeha Îmraliyê? Di çarçoveya raporên serdanan de qala kîjan binpêkirinan hatiye kirin? Tirkiyeyê ji bo van îdiayan çi bersiv dane?”