Ji bo tevlibûna meşa 9’ê Cotmehê ya Geverê belavok hatin belavkirin 2022-10-08 15:58:50   COLEMÊRG - HDP, TJA û DBP'ê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li Geverê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşekê li dar bixin û ji bo tevlibûna meşê bang kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dê sibe li Gever a Colemêrgê bi dirûşma “Em ber bi azadiyê ve dimeşin” meşekî li dar bixe. Têkildarî mijarê bi tevlbûna Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede û endamên partiyê li navenda navçeyê belavok hatin belavkirin. Partiyiyan, belavok belav kirin û ji welatiyan xwestin ku tev li meşê bibin.    Di dema belavkirina belovakan de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.