Li Îzmîrê dema binçavkirina 13 kesan hate dirêjkirin 2022-10-08 16:54:35   ÎZMÎR - Li Îzmîrê dema 13 binçavkiriyan 24 saetên din hate dirêjkirin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinê de xwendekarên bi navên Emîne Ekîn, Baran Tînk, Dîlan Karakoç, Ayhan Bakir, Mûrat Tûfan, Îslam Çelîk, Bariş Kirmizitaş, Taha Cîhan, Mûrat Baztaş, Firat Sak, Nazlican Yildiz, Firat Dîkmen û Hanim Acar hatibûn binçavkirin. Biryara astengkirina hevdîtina bi parêzeran re hate rakirin û dema binçavkirinê ya 13 kesan heta 24 saetên din hate dirêjkirin.