Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan 2022-10-08 17:30:36   STENBOL - Di çalakiya Rûniştina F’yê de bang hate kirin ku girtiyê nexweşê giran Hasan Tahsîn Akgun ê 21 sal in di girtîgehê de ye û ji ber şewatê di laşê wî de pirsgirêkên giran hene, bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiya “Rûniştina F” lidardixînin. ÎHD’ê di hefteya 550’yan a çalakiyê de li ber avahiya xwe hatin cem hev û daxuyanî da çapemeniyê. Di çalakiya vê hefteyê de ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşê giran Hasan Tahsîn Akgun ê li GirtîGEHA Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila girtiyê nexweş Hasan Tahsîn Akgun bê berdan” hate vekirin de, malbatên girtiyan û gelek parazvanên mafên mirovan amade bûn. Beriya daxuyaniyê her tim dirûşmeyên “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” hatin berzkirin.    Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Meral Nergîs Şahîn a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku bi binpêkirinên mafan ên zêde dibin û pêkanînên tecrîdê yên giran re jiyana girtiyan di bin gefan de ye.    Şahîn qala rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Huseyîn Akgun ê di sala 2001’an de hate girtin û xistin hucreya yek kesî ya Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Tekîrdagê kir û diyar kir ku piştî Akgun tê girtin bi îşkenceyeke giran re rûbirû dimîne. Şahîn, di axaxftina xwe de cih da vegotinên dayika Akgun, Melek Akgun jî.    BANGA BERDANÊ    Şahîn, bang kir ku Akgun bê berdan û got: “Ji bo berdana girtiyê nexweşê giran Hasan Tahsîn Akgun û hemû girtiyên nexweş, pîr û astengdar û ji bo parastina mafên wan ên tenduristî û jiyanê em bang li rayedar û raya giştî dikin ku hestiyar bin.”