Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye 2022-10-08 20:42:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê ragihand ku heya niha di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de yên li dijî qetilkirina Jîna Amîniyê, 185 kesî jiyana xwe dest daye.   Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlonçoya nû ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amîniyê eşkere kir. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê heta niha di xwepêşandanan de 185 kesî jiyana xwe ji dest daye. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 19 kes di biniya 18 saliyê re ne. Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku nîviyê van kesan li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ku li başûrê rojhilatê Îranê dikevin hatine qetilkirin.   Li gorî raporê heta niha li 103 bajar û navçeyên 31 parêzgehên Îranê çalakî pêk hatine. Di raporê de hatiye gotin ku di dema xwepêşandanan de bi sedan xwepêşander, aktîvîstên sivîl, xwendekar, werzîşvan, rojnameger û hunermend hatine binçavkirin.    Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kiriye ku nehatiye diyarkirin bê ka heya niha çend kes hatine binçavkirin.    Her wiha li gorî rapora Federasyona Navneteweyî ya Rojnamegeran jî heta niha li Îranê 21 rojnameger hatine binçavkirin.