Nivîskar û rewşenbîrên navdar: Ji fikrên Abdullah Ocalan ditirsin 2022-10-09 09:44:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û rewşenbîrên navdar ên cîhanê bertek nîşanî komploya navneteweyî dan û diyar kirin ku Tirkiye ji fikrên Abdullah Ocalan ditirse û bal kişandin ser girîngiya azadiya Ocalan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Komploya navneteweyî kete sala 25’an. Rêberê PKK’ê ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Ji Zanîngeha Oxfordê Lêkolîner û Antropolog a Civakî Dr. Amber Huff, ji Zanîngeha Tennessee ya Amerîkayê Akademîsyen Prof. Michael Gunter ku sala 1998'an li Şamê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re kiribû û nivîskarê Skoçyayê xwediyê xelata Booker James Kelman li ser komploya 9'ê Cotmehê ji ANF'ê re axivîn.   DR. HUFF: JI FIKRÊN ABDULLAH OCALAN DITIRSIN   Dr. Amber Huff diyar kir ku Abdullah Ocalan ji ber sedemên polîtîk hat girtin û bi vê yekê re li dijî dijî tevgera azadiyê ya kurd gavek hatiye avêtin. Bi domdarî Huff ev tişt anî ziman: “Ji Dewleta tirk hebû ku Abdullah Ocalan dîl bigire û bi vî rengî karibe fikirên wî û hêviya ku dide mirovan dîl bigire. Dewleta tirk hîn jî Abdullah Ocalan tecrîd dike; ji ber ku ditirse ku fikrên Abdullah Ocalan bandorê li mirovan bike. Em îro bi rengekî aşkere dibînin ku di mijara jinedîtî ve hatina fikrên Abdullah Ocalan û zexta li ser de Dewleta tirk bi ser neketiye. Dewleta tirk hewl dide têkoşîna azadiyê ya kurd bêdeng bike, lê belê zane ku li her devera cîhanê êdî tevgera kurd û Ocalan serketî ye.”   ‘DIVÊ EM DAXWAZA AZADIYA OCALAN BIKIN’   Bi domdarî Huff destnîşan kir ku gelek girîng e ku piştgiriyê bidin gelên Kurdistanê û wiha domand: “Divê em têkoşîna li dijî komploya navneteweyî dewam bikin. Heta ku hevkariya dewletên rojavayî ya bi Tirkiyeyê re dewam bike wê Tirkiye jî dîlgirtina Abdullah Ocalan bidomîne. Divê em daxwaza azadiya Ocalan bikin. Ocalan girtiyekî polîtîk e û rewşa ku tê de ye, binpêkirina mafê mirovan e. Her wiha em dixwazin ku PKK jî ji nava lîsteya rêxistinên qedexekirî bê derxistin. Ev gav ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd her wiha ji bo bicihanîna edaletê gelekî girîng e."   ‘JI BO AŞTIYÊ DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’   Têkildarî mijarê Prof. Michael Gunter jî bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan a ji bo aştiya li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê û ev nirxandin kir: “Beriya ku Abdullah Ocalan bê girtin li Şamê min pê re hevdîtin kir. Min du pirtûkên xwe dabûn wî. Ne tenê ji bo kurdan lê ji bo Tirkiyeyê jî azadiya Ocalan û derfetên ewlehiyê gaveke gelekî girîng e. Hevdîtinên navbera Abdullah Ocalan-Tirkiyeyê ji nû ve dikarin bêne destpêkirin û tenê bi vî rengî li herêmê aramî dikare çêbibe. Azadiya Abdullah Ocalan hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo dewleta tirk wê bibe destkeftiyeke mezin. Heke bixwazin ku herdu alî bi ser bikevin û aramî pêk were, her wiha divê kurd û PKK ji lîsteyên qedexekirî bêne derxistin. Pênasekirina kurdan û PKK'ê weke terorîst, bi kêrî pêkhatina aştiyê nayê. Wisa bawer dikim ku azadiya Abdullah Ocalan wê bi rengekî xurt hevdîtinên aştiyê di navbera PKK û Tirkiyeyê de.”   ‘TIŞTEKÎ KU TIRKIYE XWE PÊ BIPARÊZE NEMA YE’   James Kelman jî ragihand ku dewleta tirk bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan re hewl dide ji hevdîtinên aştiyê yên gengaz bireve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkildarî komplo û tecrîdê tu tiştekî ku Tirkiye bikare xwe pê biparêze nema ye. Em, kiryarên li dijî Abdullah Ocalan bi ti awayî qebûl nakin. Ya ku tê kirin mirovan şoq dike. Dewleta tirk xwe ji aştiyê vedigire. Abdullah Ocalan û PKK'ê demeke dirêj alîgirên aştî û hevdîtinan bûn. Lê belê dewleta tirk ti guhertin nekirin. Tenê hewl dide Kurdistanê tune bike.”   ‘MAFÊ HÊVIYÊ YÊ OCALAN HEYE’    Kelman, anî ziman ku mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan heye û axaftina xwe wiha qedand: “Em hemû mirov in û ev maf mafê me hemûyan e. Ji dewleta tirk a ku rêveberiyeke dîktator e, divê em ne li benda mafê hêviyê bin. Dîktatoriya Tirkiyeyê di asta înkarkirina mirovbûna mirovan de ye. Dewleteke ku mirovan dikuje, komkujiyan dike. Her wiha mirov dikare bibêje ku ji bo welatiyên tirk jî mafê hêviyê nîne, kurd an jî tirk ferq nake. Ev dewlet mirovan weke mirov nabîne."