Abdullah Ocalan: Xetereya qirkirinê li ser êzidiyan heye, divê xwedî lê were derketin 2022-10-09 10:54:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de di navbera Bexda û Hewlêrê de Peymana Şengalê hat mohrkirin û bi vê yekê gefekê mezin li êzidiyan hat xwarin. Rêberê PKK’ê jî di hevdîtinên xwe de bal kişandibû ser xetereya li ser êzidiyan û ev hişyar dida: “Xetereya qirkirinê li ser civaka me ya êzidî heye. Divê xwedî lê were derketin.”    Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê hezîrana sala 2014’an de bêyî ku rastî berxwedanekê bên, bajarê Mûsilê yê Iraqê dagir kirin. Piştî ku artêşa Iraqê Mûsil terikandî, hemû alav û teçhîzata leşkerî kete destê DAIŞ’ê û ji hêla leşkerî ve xurt bû. Demekî kin piştre jî DAIŞ’ê berê xwe da warê pîroz ê êzidiyan anku Şengalê. Piştî ku artêşa Iraqê xwe ji Mûsilê vekişandî, îcar jî hêzên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) xwe ji Şengalê vekişand û civaka êzidî bi komkujiyeke mezin re rû bi rû hişt.    Di encama êrişa DAIŞ’ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin dîl hatin girtin û li bazarên koleyan hatin firotin û koç bi dehhezaran êzdiyan ket. Piştî êrişan, 12 endamên HPG’ê berê xwe dan Şengalê. Endamên HPG’ê korîdora mirovî vekirin û êzidî derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Di encama berxwedana mezin a endamên HPG’ê û şervanên YPG û YPJ’ê de DAIŞ paşve hat xistin û di 13’ê mijdara 2015’an de Şengal hat rizgarkirin.    Ji ber şer û pevçûnên giran Şengal hilweşiya bû. Civaka êzidî vegeriya warê xwe, rêveberiya xwe ava kir, xwe bi xwe birêve bir, Meclisa Demokratîk a Xweser ava kirin û hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ava kirin. Civaka êzidî ku li Şengalê jiyana xwe kêlî bi kêlî birêxistin kirin, niha jî li dijî gef, êriş û zextên hêzên cuda li ber xwe dide.    Civaka êzdiyan ku heta niha 74 ferman bi serê wan hatine, herî dawî jî bi Peymana 9’ê Cotmeha 2020’yan bû hedef ku li ser zexta DYA û Tirkiyeyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatibû îmzekirin. Di çarçoveya peymanê de tê xwestin ku hêzên PDK û artêşa Iraqê li Şengalê were bicihkirin. Lê belê ji ber berxwedana civaka êzidiyan, ev peyman hejta nekariye bikeve meriyetê. Lê belê di vê navberê de ne êrişên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê û ne jî êrişên artêşa Iraqê yên ji ber zextên PDK’ê qet bi dawî nebûn.    Ji ber zexta PDK’ê, artêşa Iraqê di meha gulanê de li dijî Şengalê pêla êrişê ya duyemîn da destpêkirin. Lê belê di encama berxwedana êzidiyan de neçar man ku xwe paşve bikişînin. Tevî vê yekê jî gefên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê berdewam in.    Bi ser Peymana Şengalê ku di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hatibû mohrkirin, 2 sal derbas bûn. Tirkiyeyê ku nekarî bi peymana heyî re planên xwe pêk bîne, ji 9’ê cotmeha 2020’an heta niha 21 caran êrişî Şengalê kir û di encama van êrişan de 16 kes qetil kirin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku girîngiyeke mezin bi Şengalê dide, ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê de di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ocalan, di hevdîtinên bi malbat, parêzer û Şandeya Îmraliyê de her tim hişyarî dida û digot ku hewceye êzidî bên parastin.    TALÛKEYA QIRKIRINÊ LI SER ÊZDIYAN HEYE   Di 22’yê tebaxa sala 2007’an de li bajarê Kahtaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êzidiyan sê êrişên bombeyî hatibûn kirin û 700 êzidî hatibûn qetilkirin. Rêberê PKK’ê di hevdîtina 22’yê tebaxa 2007’an a bi parêzerên xwe re de bal kişandibû ser vê qirkirinê û civaka êzidî li hemberî van êrişan hişyar kiribû. Ocalan, wiha digot: “Di vê mijarê de min berê hişyarî kiribûn. Min gotibû ku divê xwedî li êzdiyan bê derketin. Ma ez êdî çi bikim? Min gelek caran hişyar kiribû ku gefa qirkirinê li ser êzdiyan heye û di mijarên din de hişyarî dabûn.”    QIRKIRINA ERMENAN BI BÎR XIST   Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di 5’ê îlona 2007’an de jî ev hişyar dida: “Min berê jî ji bo xetereya qirkirina êzidiyan hişyarî dabûn. Min berê jî gotibû ku bila beşeke ji gelê me yê êzidî li herêmên biewle bê veguhestin anku derbasî Biradostê bikin. Dikariya gelê me yê bêparastin ê li wê herêmê veguhêzin herêmên biewle û têxin bin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY). Beriya sala 1915’an gelek piştevanên ermenan hebûn. Lê hêzên navneteweyî li hev kirin, pişgiriya xwe kişandin û ermenên bi tena serê xwe mayîn nekarîn di sala 1915’an de xwe ji qirkirinê xelas bikin. Tişta ku li rûm û ermenan kirine dixwazin niha bi serê kurdan bînin.”    NÛNERÊN PÊŞANE YÊN KURDAN   Abdullah Ocalan ku dibêje êzidî nûnerên pêşane yên gelê kurd in, di hevdîtina 24’ê hezîrana 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê re de wiha dibêje: “Gelê me yê êzidî, di esasê xwe de bingeha Tevgera Azadiyê ne jî. Beriya ku bikevin nava kevneperestiya nîjadî û olî, divê bi xweserbûna xwe bijîn û xwe bêhtir tev li têkoşîna azadiyê bikin.”   DESTANA DEWRÊŞ Û ADÛLÊ   Di hevdîtina 15’ê tebaxa 2014’an a bi Şandeya Îmraliyê re de Abdullah Ocalan têkildarî êrişên DAIŞ’ê ev tişt anîn ziman: “Ez niha tiştên ku jinên êzidî dijîn dibînim û gelek xemgîn dibim. Destana Derwêş û Adûleyê niha dîsa pêk tê. Tiştên diqewimin mîna hev in. Hêjayî lêkolînkirinê ne.”    DIVÊ XWEDÎ LI ÊZDIYAN BÊ DERKETIN   Abdullah Ocalan dibêje ku divê xwedî li êzdiyan bê derketin û wiha didomîne: “Gelê êzidî bi qirkirinê re rû bi rû ye. Em vê komkujiyê ne ji bîr dikin û ne jî qebûl dikin, li cihê xwe rûnin û rondikan bibarînin. Ev komkujî di dîroka mirovahiyê de tu carî nayên jibîrkirin. Heke hatin jibîrkirin, tê wê wateyê ku wijdana te jî nema ye.”    EVÎNA DERWÊŞÊ EVDΠ   Di heman hevdîtinê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan evîna Derwêşê Evdî weke mînak nîşan dide û vê nirxandinê dike: “Tiştên wê demê dihatin vegotin û tiştên îro diqewimin hema hema mîna hev in. Heman tifaqa Osmaniyan wê demê çê kiribû îro AKP ava dike. Destaneke ku bi kuştina Derwêşê Evdî derdikeve holê. Lê tê xistin, tê eciqandin û dimire lê destaneke nûwaza derdikeve holê. Gelê êzidî her tim li dijî faşîzma suniyan têkoşiyan û xwe gihandin îro. Heta ku jiyaneke azad neyê avakirin dê ev evîn jî pêk neyê. Dema min ji kurdan re digot evîn nepêkan e, min qala vê dikir.”    MA / Mujdat Can